Di êrîşa Îsraîlê ya li ser Lubnanê de helbestvan Khatun Salma hat kuştin
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê didomin û heta niha di êrîşên hewayî de ji dusedî zêdetir mirovên hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan – Di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 8’ê Nîsanê li dijî Lubnanê nêzî 200 kes hatin kuştin. Di êrîşan de helbestvan û akademîsyena Lubnanî Khatun Salma di bin xirbeyan de ma û mir.
Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrîşan de nêzî 100 navendên fermandariyê û xalên leşkerî hatine hedefgirtin lê lê çavkaniyeke leşkerî ya Lubnanî ku ji Agence France-Presse re axivî û diyar kir ku zêdetirî kesên hatine kuştin mirovên sivîl in.
Helbestvan Khatun Salma jî hat kuştin
Di navbera sivîlên ku di êrîşan de hatin kuştin de, helbestvana Lubanî Khatun Salma ya li Taxa Tallet el-Hayyat a Beyrûdê dijiya, di bin xirbeyan de ma û mir. Koordîantora Weşanên Giştî yên El-Jedîd ku pirtûkên helbestvan çap dike Rasha el-Emir, ragihand ku cenazeye Xatûn Selma û hevjînê wê Muhammed Krisht ji bin xirbeyan hatine derxistin.
Di warê wêje û akademiye de şopa xwe hişt
Khatun Salma ya ku li Zanîngeha Amerîkan Beşa Ziman û Wêjeya Erebî xwend, di sala 1970’yan de dema ku hê xwendekara lîseyê bû di bernameya televîzyonê ya bi navê “Studio Al-Fann” de xelata helbesta Erebî girt.
Khatun Salma, di sala 2009’an de du pirtûkên xwe yên helbestan ên bi navê “Min jineke ku li bendê bû hembêz kir”, di sala 2012’an de jî “Şêniyên dawî yên heyvê” da çapkirin.
Di helbestên wê de şopên tesewifê derketin pêş
Khatun Salma ya ku bi xebatên xwe yên akademîk tê nasîn, di helbestên xwe de li ser tesewif û sofîzmê kûr bû. Kuştina Kahtûn Salma ya ku di qada wêje û ramanê de bi berhemên xwe tê nasîn, li Lubnanê li derdorên çand û wêjeyê de bû sedema xemgîniyeke mezin.