Kongra Star li Hesekê dest bi dewreyeke perwerdeyê kir
Bi armanca pêşxistina hişmendiya jinan û xurtkirina şiyanên wan ên analîzkirinê di vê pêvajoyê de, Komîteya Perwerdeya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyeke perwerdeyê vekir.
Hesekê — Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a parêzgeha Hesekê perwerdeyek li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk li dar xist. Di vê perwerdeyê de 35 jinên ji Koordînasyona Kongra Star û komîte û ofîsên jinan ên girêdayî wê beşdar bûn. Perwerde dê 10 rojan bidome.
Armanca perwerdeyê ew e ku hişmendiya jinan bê bilindkirin, hêza wan a analîzkirinê were pêşxistin û di vê qonaxa hesas de jin bikaribin rewşa siyasî û civakî baştir bixwînin û binirxînin.
Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk girîngiyê dide diyalogê, çareseriyên aştiyane, azadî û mafên hemû pêkhateyên civakê; her wiha rêzgirtina li cudabûna çandî, zimanî û olî diparêze. Li gorî vê nêrînê, avakirina civaka demokratîk bi beşdariya civakê û rêxistinkirina hêzên civakî bi pêş dikeve.
Di vê çarçoveyê de, rola jinan di avakirina civaka demokratîk de jî girîng tê dîtin. Pêşxistina hişmendiya jinan û hêzên wê yên siyasî, civakî û rêxistinî her wiha beşdariya çalak di jiyana civakî û siyasî de, ji bingehên avakirina civakeke azad û demokratîk tên hesibandin.
Berdevka Kongra Star a parêzgeha Hesekê Nahîd Silêman ku bi axaftinek dewreya perwerdeyê vekir, li ser girîngiya Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk axivî û diyar kir ku manîfestoya Rêber Abdullah Ocalan ji bo civakê pêşkêş kiriye, ji bo gihîştina civaka demokratîk û aştiyane gelekî girîng e û divê naveroka wê bê fêmkirin û nîqaşkirin.
Di vê pêvajoya hesas de pêdivî bi zêdekirina ders û perwerdeyan heye
Endama Koordînasyona Kongra Star Amanî Xerbî jî bal kişand ser girîngiya perwerdeyê û got ku di vê qonaxa hesas de pêdivî bi zêdekirina ders û perwerdeyan heye, da ku hişmendiya jinan zêdetir bê bilindkirin û wiha got: "Divê her jin li Sûriyeyê, bi taybetî li Rojava, li ser Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk bê agahdarkirin, da ku bikaribe rewşa siyasî ya herêmî û navnetewî analîz bike."
Amanî diyar kir ku beşdarbûna jinan a perwerdeyê û xwendina manîfestoyê dê bandoreke erênî li ser bîr û kesayetiya wan bike û jin di warê bîrdozî û analîzkirinê de pêşketinê bibînin.
Bi rêxistinkirina jinan û pêşxistina wan bingehên civakeke demokratîk dikarin werin xurtkirin
Endama Komîteya Perwerdeyê Rehab Cûc jî got ku ev qonax ji bo jinan, pêdiviya zanîna Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk derdixe holê. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola jinan û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di ramanên xwe de girîngiyeke mezin dide jinan, ji ber ku bi rêxistinkirina jinan û pêşxistina wan, bingehên civakeke demokratîk dikarin werin xurtkirin.
Rehab Cûc her wiha diyar kir ku jin di avakirina aştiyê de roleke girîng dilîzin û her dem hewl didin pirsgirêk û nakokiyan bi rêbazên aştiyane çareser bikin.
Perwerdeya li ser Manfestoya Aştî û Civaka Demokratîk dê di nava 10 rojan de bi ders, nîqaş û analîzan bidome.