Di encamê lêhiyê de li Nepalê hezar û 341 kes jiyana xwe ji dest dane

Li bakurê Nepalê, di lehiya ku rabû de bîlanço giran dibe; hezar û 341 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî winda ne. Tevî bîlançoya mirinê zêde dibe jî xebatên rizgarkirinê hêviyan mezin dikin.

Navenda Nûçeyan — Li bakurê Nepalê, piştî karesata lehiya mezin a ku di 26’ê Tebaxê de rabû, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di roja 11’emîn de berdewam dikin. Ev karesata xwezayî di encama hilweşîna qeşayê û beşekî çiyayekî de pêk hat. Di encamê de rê, pir, mal û binesaziya enerjiyê zirareke mezin dîtin.

Bîlançoya karesatê û zirarên mezin

Saziya Rewşên Lezgîn a Nepalê duh bîlançoyê ragihand û diyar kir ku di karesatê de hezar û 341 kesan jiyana xwe ji dest dane, 4 hezar û 996 kes jî winda ne. Di nava windayan de, ji bilî bi sedan turîstên biyanî û haciyan, nêzî 900 kesên ku di santralên hîdroelektrîkê û înşaetên bendavan de dixebitîn, hene.

Mucîzeya di roja dawî de

Di du rojên dawî de 3 kes bi saxî ji tunelên tesîsên hîdroelektrîkê hatin derxistin. Di nava kesên hatine rizgarkirin de 2 karkerên ji Nepalê û welatiyekî Çînî hene. Her wiha jineke 60 salî ku di bin heriyê de mabû, bi saxî hat rizgarkirin. Rayedaran diyar kir ku rizgarkirina kesên dawî, li seranserê welat bû sedema mezinbûna hêviyan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Un Women di rapora xwe ya dawî de destnîşan kir ku nêzî 160 hezar jin û zarokên keç ji lehiyên li Nepalê zirarê dîtine. Ev yek diyar dike ku kerasetên xwezayî yekser bandorê li ser jiyana jin û zarokên keç dikin.