Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 28 hezar û 858

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji 7'ê Cotmehê ve hejmara kesên li Zîvala Xezayê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 858.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê 134 roj in bênavber didome. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, têkildarî êrişên Îsraîlê yên 7’ê Cotmeha vir ve li dijî Zîvala Xezayê berdewam dike de bîlançoyek nû da. Li gorî bîlançoyê hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane bû 28 hezar û 858.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di şer de birîndar bûne jî bû 68 hezar û 667.

Cenazeyên pitikan li nexweşxaneyê man

Her wiha  li Nexweşxaneya Zarokan ya Nasr ji ber ku bijîşk û personelên tenduristiyê ji aliye Îsraîlê ve bi darê zorê hatin tehliyekirin 5 zarok terkî mirinê hatine kirin û cenazeyên wan dest bi xirabûnê kirin e.

 Her wiha artêşa Îsrailê di dîroka 10’ê Mijdara 2023’an de li Rojavayê bajarê Xezayê nexweşxaneya zarokan ya Nasr û nexweşxaneya Er-Rantisi dorpêç kiribû. Di dîmenên derketî holê de, dîwarên nexweşxaneyê yên hatine hilweşandin, kelûpelên tibî yên hatine halê neyê bikaranîn û li ser ranzanyan cenazeyên zarokan mane cih digre.