Hejmara kesên di lehiyê de jiyana xwe ji dest dan derket 15’an

Cenazeyê 1 kesên din jî li Taxa Riha Abide hat dîtin. Li Riha û Semsûrê ji ber ku li hemberî lehiyê tedbîr nehatin girtin bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Li Riha û Semsûrê ji ber tedbîr negirtina rayedaran li hember barana bênavber lehî rabû. Cenazeyê kesekî din di xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên li Xaçerêya Abîde ya Kopruluyê û jêrzemîna ku li Rihayê tijî av bûbû, hat derxistin.

Ji ber barana ku doh di saetên êvarê de dest pê kir hin ava çem herikî û mal, wesayît û rê di bin avê de man. Li Riha û Semsûrê ji ber ku li hemberî lehiyê tedbîr nehatin girtin bi giştî 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.