Hejmara kesên di erdhejên Japonyayê de mirin bû 180

Hejmara kesên di erdheja bi pileya 7,6 ya li eyaleya Işikawayê ya li Japonyayê pêkhat de jiyana xwe ji dest dan bû 180.

Navenda Nûçeyan – Hejmara kesên di erdheja bi pileya 7,6 ya di 1’ê Çileyê de li eyaleya Işikawayê ya li Japonyayê pêkhat de jiyana xwe ji dest dan zêde dibe. Di daxuyaniya ji aliyê Walîtiya Eyaleta Işikawayê ve hat dayîn de, hate diyar kirin hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan gihişt 180.

3 hezar û 300 kes asê man

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin li seranserê eyaleta ku zêdetirê 28 hezar kes li nuqteya tehliyeyê stargeh dibin de, ji ber rêyên hatine girtin 3 hezar û 300 kes asê mane. Li aliyê din, piştî betlaneya du hefte ya navberê û duh 8’ê Çileyê betlaneya giştî ya "Roja Mezinan" (Seijin no Hi), di 9’ê Çileyê de li seranserê welat perwerdehiya fermî dest pê kir. Lê li 80 dibistanên ku li Ishikawayê xisar dîtine, perwerde destpênekir.

Kabîneya Serokwezîrê Japonî Kîşîda Fumîo, bi armanca restorasyona herêmê tehsîskirina 4,7 mîlyar yen (33 mîlyon dolar) ya ji fonên sala darayî ya 2023’an erê kir.

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê (JMA), di navbera dîroka 1 û 5’ê Çileyê de li Nîvgirava Noto û li peravên Îşikawayê gelek erdhejên bi pileta 5 heta 7,6’an pêk hatine.