Hejmara dawî ya Kovara Jin bal dikşîne ser jinên koç dikin

Hejmara 69’an a Kovara Jin bi berga “Şer, xizanî, nijadperestî: Têkoşîna jinên hatine koçberkirin” derket pêşerî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan- Kovara Jin ku her hefte roja Yekşemê bi awayê dîjîtal tê çapkirin, derket pêşberî xwendevanên xwe. Vê hefteyê hejmara 69’emîn a Kovara Jin bi berga “Şer, xizanî, nijadperestî: Têkoşîna jinên hatine koçberkirin” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Di vê hejmarê de kovar balê dikşîne ser binpêkirinên li dijî jinan ên di dema koçberiyê de û li welatên lê bûne penaber.

Nivîsên di vê hejmarê de cih digrin wiha ne:

*Jinên neçarî koçberiyê hatine kirin û jiyana nû / Rûken Kalin

*Koçberî û penaberî: Têgeha bi qasî dîrokê kevn / Oya Açan

*Ji bajêrdewletan heta netewedewletan rêgeha koçberiyê / Saliha Aras

*Ji cihê xwe hatiye kirin û belav bûye: Li Efrîqaya Bakur aktîvîstên jin û zayenda civakî / Carmen Geha - Werger

*Jinên venezuelayî, avakirina femînîzm û destilatdariya gel / Capire – Werger”