HDP: Ji bo ewlehiya hilbijartinê bila Suleyman Soylû ji erkê bê girtin

Hevberdevka Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP'ê Nuray Ozdogan, xwest ji bo ewlehiya hilbijartinê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ji erk bê girtin û da zanîn her dengek ew e bi xwe biparêzin.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî operasyonên beriya hilbijartinê li Amed, Enqere û Stenbolê pêkhatin, civînek çapemeniyê li dar xist.

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nûray Ozdogan ku di civînê de axivî, balkişand ku xebatên hilbijartinê bi awayekî aştiyane tên meşandin û diyar kir ku ew ê bi biryardarî têbikoşin.

Nûray Ozdogan bal kişand ser bîlançoya mehek dawî ya binçavkirin û girtinan û wiha got: “Li dijî endam û rêvebrên partiya me, li dijî endam û rêveberên Partiya Çepên Kesk, li dijî endam û rêveberên DBP, li dijî ESP’ê, rojnamevan, hiqûqzan, hunermend, nûnerên rêxistinên sivîl di operasyonên hatin kirin de 295 kes hatine binçavkirin û ji van binçavkiriyan 61 kes hatine girtin. Di erefeya hilbijartinên 14’ê Gulanê de li dijî partiyên me, kurdan û muxalîfan zext û zordarî zêde bûne. Helbet sedemek viya heye, ew jî encamên rapirsiyan in. AKP ketiye nava tirs û xofê.”

‘Bila dawî li wezîfeya Suleyman Soylî were anîn’

Nûray Ozdogan bal kişand ser gotinên Suleyman Soylû ku ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re gotiye, “darbe” û wiha axivî: “Rayedarên AKP’ê dest bi gotinên ku ketine nav tirs û xofê kirine. Suleyman Soylû ku bi hezaran polîs, leşker û bekçiyan dide pişt xwe û hê jî Wezîrê Karên Navxweyî, hilbijartinên 14’ê Gulanê wek ‘hewldana darbeyê’ pênase kir. Ji bo ewlehiya hilbijartinê divê demildest dawî li wezîfeya Wezareta Karên Navxweyî ya Suleyman Soylî were anîn. Her ku hilbijartin nêz dibe gotinên nefretê û provokasyon zêdetir dibin. Îktidara AKP-MHP’ê li dijî her kesî dijminatiyê daye destpêkirin.

Wê ev lîstok û dijminatî di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe û were xerakirin. Em li dijî provokasyonan her kesî vedixwînin ku sekan be û hişyar bin.”