Gultan Kişanak ji bo merasîma cenazeyê xwişka wê birin Xarpêtê

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak ji bo beşdarî merasîma cenazeye xwişka xwe Zeyneb Ozer bibe ji girtîgeha ku lê dima birin Xarpêtê.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd hevşaredara berê ya bajarê mezin a Amedê Gultan Kişanak ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Kandirayê tê girtin, ji bo tevli merasîma definkirina cenazeyê xwişka xwe Zeyneb Ozer ku ji ber nexweşiya gurçikan demek bû tedawî didît jiyana xwe ji dest da bibe anîn Xarpêtê.

Gultan Kişanak, bi balafirê ji Kandirayê anîn Balafirgeha Xarpêtê û ji vir jî derbasî Cemxaneya Ehlî Beyt a li Taxa Fevzî Çakmak a navenda Xarpêtê bû. Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu û Alîcan Onlu yên HDP’î jî tev li merasîmê bûn. Kişanak ku tevli merasîma cenaze ya li cemxaneyê bû, li vir sersaxî qebûl kir. Piştî merasîma li cemxaneyê dê xwişka Kişanak li gundê Sûn ê Xarpêtê bê definkirin. Tê payîn ku Gultan Kişanak tevli merasîma definkirina cenaze bibe.