Goreke din a komî li Şengalê hat dîtin

Li Şengalê goreke din a komî ya kesên di êrîşa dagirkeriyê ya di Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin, hate dîtin.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Mafên Mirovan a Patrîcor duh ragihand ku li Şengalê goreke komî heye ku tê de kesên di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin, hatiye dîtin. Li gor raporê, bi agahiyên ku hatin bidestxistin cihê definkirinê hat vekirin û di encamê de hestî hatin dîtin.

Jin û zarok hene

Di raporê de hat diyarkirin ku li goristanê hestiyên jin û zarokan hatin dîtin.  Hinek ji wan pêkhateyên Şîa yên Şengalê ne ku di sala 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin qetilkirin. Di raporê de hat parvekirin ku ji ber li cîhê komî bi destpêkirina dibîstanê piranî hestê şikestî hatiye dîtin.

85 gorên komî hatin dîtin

Li Şengalê heta niha 85 gorên komî hatine dîtin. Wekî din yekem car di 15’ê Adara 2019’an de bi amadebûna nûnerên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xebatên lîkolînê hatiye destpêkirin.