Girtiyên Îranê li dijî darvekirinan çalakî li dar dixin
Serhildanên li Rojhilat û Îranê ketin meha xwe ya 4’emîn. Ji bo rawestandina înfazan girtiyan li girtîgehên Îranê, malbat jî li pêşiya girtîgehan çalakî li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Li Girtîge Navend ya Karajê ji bo pêşîgrtina cezayê darvekirinê yê li girtiyan hatiye birîn, girtiyên din çalakî li dar xistin. Hat zanîn ku di çalakiyê de di navbera girtiyan û gardiyanan pevçûn derket. 15 girtiyên serhildanan ên li Girtîgeha Karajê tên girtin, bi sûcdarkirinên ku dê rê li înfaza wan vebike rû bi rû ne. Rayedarên Komara Îslamê ya Îranê, ji bo sûcdarkirinan hinceta madeyên hişbir bipêş xist. Raya giştî vê daxuyaniyê rast nabîne.
Serhildanên li Îranê ket meha xwe ya 4’emîn. Ji bo hemwelatiyên ku di xwepêşandanan de hatin binçavkirin û girtin, cezayên darvekirinê tê dayîn. Hêcet çibe bila bibe, girseyek girîng heye ku li dijî cezayê darvekirinê ye. Di rapora herî dawî ya ku di ragihandinan de belav bûye cih girt ku heftiya bûrî di nav dû rojan de ji girtîgeha Rajaee Shahr û Arak bi hêceta madeyên hişber û cînayetan 10 kes hatin darvekirin.
Li ber deriyê girtîgeha Evînê çalakî
Li girtîgeha Evînê ji ber zextên ku li beramberî girtiyên siyasî û çalakvanan zêdebûne, malbatên girtiyan dûh çalakî lidar xistin. Malbatan daxwaz kirin ku derbarê rewşa tendirûstiya girtiyên li girtîgeha Evînê daxuyaniyek fermî bê dayîn. Malbatan destnîşan kirin ku di dema serhildanan de gelek kesên ku hatine girtin ji aliyê polîsan ve bi guleyan hatin birîndarkirin, lê belê ‘da ku bibe îşkence’ li girtîgehan tedawiya wan nayên kirin. Malbatên girtiyan di heman demê de xwestin lêpirsîna bi îşkence were sekinandin û heta ku derbarê rewşa xizmên wan de daxuyaniyek fermî neyê dayîn wê çalakiya xwe bidomînin. Malbatan li ber deriyê girtîgehê demekê nobet girtin û piştre çalakiya xwe bi dawî kirin.
Li Îranê di girtîgehan de bi deh hezaran girtiyên siyasî hene. Di serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kirine de nêzî 20 hezar kes hatine girtin û hat zanîn ku ev girtin kapasiteya girtîgehan derbas kiriye.