Gelê Suweydayê bi rojan e bi komkujiyan re rûbirû ye

Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi zêdebûna pevçûnan re, sivîl ji saetên sibehê ve dibin şahidên pêla êrîşên rasterast ên top û hewanan. Jin û zarok jî di nav de êrîş dibin sedema mirin û birîndarbûna sivîlan û hilweşîna malan.

Suweyda – Komkujiyên ku ji aliyê çeteyên bi çek ên girêdayî rêveberiya demkî ya cîhadîst a Sûriyeyê ve bi hilweşandina malan, dêr û sembolan, çêdibin didomin. Di encama êrîşên li dijî kesyatên neteweyî de, pevçûnên ku li Suweydayê derketine didomin. Bûyerên diqewimin nava gel de hêrsê çêdikin, li herêmê êrîşên Îsraîlê li dijî xalên leşkerî hemwext pêk tên.

Li gorî agahiyên ji nûçegihana me ya herêmê hatine girtin, hat diyarkirin ku ji saetên sibehê yên îro ve li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê hewan û guleyên topan li malan dikevin û ev rewş di nav de jin û zarok dibe sedema birîndarbûna gelek kesan. Çeteyên girêdayî hikumeta demkî bi ser hinek malan de digrin sekvanan bicih dikin û dirûşmên mezhebî diavêjin.

Di êrîşan de jin zarok û pîr jiyana xwe ji dest didin

Ev çete dema bi ser malan de digrin, bêyî cudahiya jin, zarok û pîran êrîş dikin. Di bûyeran de gelek jin, zarok û pîran jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirî û birîndaran nayê zanîn. Hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikumeta demkî di ketina nexweşxaneyan de xalên kontrolê danîne û tankan bicih kirine, ev jî bûye sedem ku di nava gel de tirs çêbibe. Yek ji zarokên ku gihîştandine nexweşxaneyê, ji ber mudaxeleya dereng jiyana xwe ji dest da.

Heman çete bê serûber gule diavêjin, firoşgehan texrîb dikin û talan dikin. Ev hilweşîna ewlehiyê, kûrbûna krîzên mirovî radixe ber çavan.

Li aliyê din çeteyên di gundewarên rojava de, ji koça girseyî ya gel sûdê dibînin û wesayîdên aydî sivîlan bi kar tînin, malên wan talan dikin û didin ber agir. Ev rewş bi kêmbûna mudexeleyan re, trajediya ku gel dijî tîne rewşeke tevlîhevtir.