Li Xezayê bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan
Çapemeniya Filistînî, ragihand li gorî çavkaniyên tibî, li Zîvala Xezayê piştî rojek bixwîn li herêmên cuda 43 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, ragihand ku di encama “qirkirinê” ya artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir 58 hezar 573 kes jiyana xwe ji dest dan û 139 hezar û 607 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, 21 kesên li benda alîkariya mirovî bûn jî hatin qetilkirin. Wezaretê, ragihand ku di encama avêtîna bombeyên rondikbar ên li dijî navendek alîkariya li başûrê Xan Yûnisê de 15 kes xeniqînê jiyana xwe ji dest dan û dinava sivîlan de panîk û îzdîham hate jiyîn.
Wezaretê, da zanîn beriya niha li tu navendên alîkariyê îzdîham nehatiye jiyîn û cara ewil ewqas sivîl jiyana xwe ji dest didin.
Wezareta Tenduristiyê, him hêzên Îsraîlî û him jî rêxistinên alîkariyê yên di bin çavdêriya DYE’yê de dixebitin berpirsyar girt û îdia kir ku li Xezayê rêbazên bipergalî û piralî yên dibe sedema mirina sivîlan bikartînin.
Komîserê Bilind yê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY), di daxuyaniya roja şêşemê de ragihand ku li Xezayê di şeş hefteyên borî de di encama bûyerên li navendên belavkirina alîkariya mirovî de herî kêm 875 jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî raporê, hejmara herî zêde ya mirinan li nêzîkî navendên ji aliyê Weqfa Alîkariya Mirovî ya Xezayê ve têne rêvebirin, pêkhat. Di gûzergahên ku Neteweyên Yekbûyî jî di nav de ji aliyê karwanên saziyên alîkarî ve tên bikaranîn de, nêzî 201 kes jiyana xwe ji dest dan.