Di êrîşên li dijî Suweydayê de zêdetirî 350 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di encama pevçûnên ku bi êrîşa rêveberiya demkî ya HTŞ’ê ya cîhadîst li dijî Durziyan destpê kir de, zêdetirî 350 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li gorî bîlançoya nû ya ji aliyê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hat weşandin, di pevçûnên ku dawiya hefteya borî li bajara Suweyda yê li başûrê Sûriyeyê destpê kirin de, zêdetirî 350 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî SOHR’ê, di bûyerên tundiyê de bi giştî 79 şervanên Durzî, 55 sivîl, 189 endamên artêşê yan hêzên ewlehiyê û 18 êrîşkarên Bedewî jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê di encama êrîşên Îsraîlê de jî 15 leşker û hêzên ewlehiyê hatin kuştin.
Piştî bombebaranên Îsraîlê yên li dijî derdora qesra serokatiyê û baregeha leşkerî ya li Şamê, agirbest hat îlankirin. Piştre hêzên rêveberiya demkî ya HTŞ’a cîhadîst, dest bi vekişîna ji Suweydayê kirin.
Wezareta Parastinê ya rêveberiya demkî ya Sûriyeyê, wiha got: "Hêzên artêşê, li gorî şertên lihevkirina ku piştî rawestandina operasyonên li dijî komên derqanûnî hat îmzekirin, dest bi vekişîna ji Suweydayê kirin.” Di daxuyaniyê de behsa vekişîna hêzên din ên Şamê yên li bajêr hatine bicihkirin, nehat kirin.