Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Armanc ji van êrîşan şerê mezhebî ye

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku pevçûn û komkujiyên dawî li dijî civakên Sûriyeyê, ji aliyê destên tarî ve tên kirin armanca wan ew e ku rewşa Sûriyeyê biguherînin û welat ber bi şerê mezhebî ve bibin.

NÛR EL-EHMED

Reqa – Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê komkujiyên dawî yên li dijî civaka Durzî li bajarê Suweydayê yê li başûrê Sûriyeyê de diyar kirin ku gelek jin û zarokan jiyana xwe ji dest dane. Jinan piştgirî û hevgirtina xwe ji bo jinên Durzî anîn ziman.

Pevçûnên mezhebî yên li Suweydayê, di nava gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bûn sedema hêrseke mezin. Daxuyaniyên ku daxwaza bidawîanîna binpêkirinên li dijî civaka Durzî dikin û komkujiyên jin û zarokên bêguneh şermezar dikin, tên dayîn.

‘Divê pêşî li sûcên li dijî jin û zarokan were girtin’

Rêvebera Komîteya Têkiliyên Konseya Jinên Sûriyeyê Bara Aref, destnîşan kir ku konsey hemû jinên Sûriyeyê hembêz dike û wih axivî: “Di mijara pêdiviya parastina hemû gelên Sûriyeyê de helwestek me ya bi biryar heye. Me diyar kir ku em wan sûcên dermirovî yên li dijî jin û zarokan red dikin. Me daxwaza aştiyê kir û banga bidawîanîna pevçûn û van komkujiyên hovane û rawestandina rijandina xwîna hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê kir."

Bara Aref, der barê nakokiyên mezhebî de jî wiha got: "Piştî hilweşîna rejîmê û desthilatdariya rêveberiya demkî, rewşa bûyeran guherî. Valahiya siyasî û gelek komên ku xizmetê ji rojevên cuda re dikin, bû sedem ku deriyên pevçûnan bên vekirin û baweriya di navbera gelê Sûriyeyê de xera bibe. Pevçûnên mezhebî roj bi roj zêdetir bûn. Em bûn şahidên komkujiyên li dijî civaka Elewî û em îro dibînin ku heman senaryo li dijî civaka Durzî tê dubarekirin.”

‘Divê em Kurd Elewî Ereb û Durzî yên li Sûriyeyê bibin yek’

Bara Aref, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Jin her dem mexdûrên ewil in. 14 sal in, êşên şer dikşînin, bi zorê ji cih û warên xwe bûne, destdirêjî li wan tê kirin û tên kuştin. Li dijî van hemûyan li ber xwe dan. Lewma jin, di dawîanîna şer û pevçûnan de xwedî rol in û di parêzvaniya aştî û parastina axa xwe de jî seknek wêrek nîşan didin.” Bara Aref, di dawiya axaftina xwe bal kişand ser girîngiya hevgirtinê ya ji bo pêşîgirtina şer û hesabxwestina ji kiryarên binpêkirinan û got: “Divê em weke Kurd, Elewî, Ereb û Durzî yên li Sûriyeyê bibin yek û bibin xwedî hişmendiyeke civakî. Her wiha divê qanûneke ku hemû kesan diparêze bê derxistin.

‘Jinên Sûriyeyê bi sekna xwe ya bi biryar û hêza xwe tên naskirin’

Endama Konseya Kombûna Jinan a Zenûbiya Atab Omar jî komkujiyên li dijî jin û zarokan şermezar kir û got: “Em bi tundî komkujiyên li dijî jin, zarok û kesên temenê wan mezin ên Durzî yên li bajarê Suweydayê şermezar dikin. Jinên Sûriyeyê, her dem bi hêza xwe tên naskirin û jinên Durzî yên weke jina bi navê Fawza ya ji bo parastina ax û zarokên xwe li dijî dijmin çek rakir jî vê yekê nîşan da. Ev sembola berxwedan, hêz û mînaka ji bo hemû jinên Sûriyeyê ye.”

Atab Omar, destnîşan kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êşa jinên Suweydayê hîs dikin û wiha axivî: "Em ji bo wan peyamek dişînin û ji ber biryardariya wan a parastina axa xwe û redkirina teslîmbûnê, silav dikin. Em piştgirî û hevgirtina xwe dişînin û careke din diyar dikin ku heta dawiyê em li kêlaka wan in.”

Atab Omar, di dawiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bo rawestandina komkujiyên ku qanûnên navneteweyî, peymanan û mafên mirovan binpê dikin, erkên xwe bicih bînin û bi lez mudaxele bikin.

‘Gelê Sûriyeyê yek e û xwedî nasnameya neteweyî ye’

Endama Konseya Kombûna Jinan a Zenûbiya Thuraya Xelîl, da zanîn armanc û zêdekirina van pevçûnên  mezhebî ne bê sedem e û wiha got: “Li pişt perdeyê destên biyanî û veşartî yên ku rewşê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe manîpûla dikin hene. Armanc dikin, Sûriyeyê perçe bikin û rewşa rêveberiyê biguherînin.”

Thuraya Xelîl jî banga hevgirtina Sûriyeyê kir û got: "Ev demek krîtîk e divê hemû gelên herêmê, hemû pêkhateyên wê, li dijî komployan zêdetir zana û şiyar bin. Gelê Sûriyeyê yek e û xwedî nasnameya neteweyî ye. Divê li dijî van komkujiyan sekneke cidî divê bê nîşandan û ji bo rawestandina sûcên li dijî jinan û kesên bêsûc mudaxele bê kirin.”