‘Fîgen Yuksekdag dê daraza desthilatdariya mêr careke din bidarizîne’

Meclisa Jinan a DEM'ê, diyar kir ku ew ligel Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a ku dê di Doza Kobanê de parastinê bike ne û wiha got: “Fîgen Yuksekdag dê daraza desthilatdariya mêr dîsa bidarizîne.”

Enqere- Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a di Doza Kobanê de daxuyanî da.

Gelek jin tevli daxuyaniya li ber Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat dayîn bûn, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, axivî.

‘Daraza desthilatdariya mêr dê dîsa bê darizandin’

Halîde Turkoglu, da zanîn ku ew ê tevli danişînê bibin û piştevaniyê mezin bikin û wiha domand: "Îro li gelek cihan rêhevalên me yên jin vê piştevaniyê mezin dikin. Ew ê Fîgen Yuksekdag daraza desthilatdariya mêr dîsa bidarizîne. Mafdariya vê têkoşînê îro dîsa derdikeve holê. Em ê di vê dozê de ligel Fîgen Yuksekdag bin û piştevaniyê mezin bikin. Ji bo heqîqetê em ê têkoşînê mezin bikin. Îro di heman demê de 19'ê Kanûnê salvegera komkujiya Mereşê ye. Di heman demê de salvegera operasyona bi navê ‘vegera li  jiyanê ye.' Di bin vî navî de di girtîgehan de 30 girtî hatin qetilkirin. Ev komkujîna sûcên mirovahiyê ne. Îro di doza kumpasê ya Kobanê de ev mesele bêtir xwe derdixe holê. Îro nîşan da ku têkoşîna me ya dîrokî çiqas mafdar e."

'Ji ber ku sûcên mirovahiyê teşhîr kirin tên darizandin'

Halîde Turkoglu, da zanîn ku di vê dozê de ne kes gel tê darizandin û wiha pê de çû: "Di doza kumpasê ya Kobanê de gelê Kurd tê darizandin. Loma ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Hevalên ku tên darizandin sûcê mirovahiyê teşhîr kirine. Ev hevalên me ji ber li dijî sûcên mirovahiyê li ber xwe didin tên darizandin. Bibîrxistina van komkujiyan di heman demê de hesabpirsîna me ye. Wê li dijî van sûcan têkoşîna me berdewam bike."

‘Qebûlkirina vê dosyayê sûc e'

Halîde Turkoglu, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:

"Gelek caran dema em doza kumpasê Kobanê tînin ziman em vî tiştî dibêjin. Kesên ev doz vekirin, lêpirsîn û dosya vekirin û serokê heyeta dadgehê rêberekî sûc derket. Rêxistina sûc ava kiriye. Ev yek jî nîşan dide ku ev doza kumpasê ye. Kesên ev dosye qebûl kirine li dijî mirovahiyê sûc kirine. Kesên Kobanê diparêzin li dijî mirovahiyê sûc nakin. Ew nirxên mirovahiyê diparêzin. Wekheviya gelan diparêzin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

‘Têkoşîna Fîgen Yuksekdag feyzê dide me’

Fîgen Yuksekdag bi têkoşîna xwe ji me re bûye feyz. Li girtîgehan bi awayekî nehiqûqî rejîma tecrîdê hatiye avakirin. Hevalên me li dijî vê yekê têkoşîna xwe berdewam dikin. Serî natewînin. Di heman demê de îro rojbûna Fîgen Yuksekdag e. Em dibêjin hem ji bo me hem jî bo Fîgen Yuksekdag diyariya herî mezin azadî ye."