‘Fermana 74'an 5 sal in li Efrînê berdewam dike’

Rêvebera Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Aîşe Sîdo zextên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yê li ser Êzidiyên li Efrînê nirxand û anî ziman ku dagirkirina Efrînê fermanek din a li ser civaka Êzidî bû û ev ferman 5 sal in didome.

HESNA MIHEMED

Şehba – Li Efrîna di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî ve hat dagirkirin 5 sal in kiryarên dermirovî li dijî gel û jinan tê meşandin. Ji roja destpêkê ya dagirkeriyê ve heya niha gelê resen di nava kiryarên dagirkeriyê de dijîn her wiha rojane rastî îşkence, revandin qetilkirinê tên. Bi taybetî civaka Êzidî yên ku li wê deverê dimînin ji kiryarên dagirkeriyê xilas nebûn û bi darê zorê ji aliyê çeteyên dewleta tirk a dagirker ve dihêlin terka ola xwe bikin û dixin misilman.

Rêvebera Yekitiya Êzidiyan a herêma Efrînê Aîşe Sîdo der barê kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê li ser civaka Êzidî ya li Efrîna dagirkirî axivî. Aîşe Sîdo anî ziman ku fermana 74’an a Şengalê 5 sal in li Efrînê berdewam dike û bal kişand li kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî li Efrînê dimeşînin.  

Fermana 74’an: Dagirkeriya li ser Efrînê

Aîşe Sîdo di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser kiryarên dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê ve û got: "Em şeş sal in ji cih û warên xwe koçber bûne ji ber me dagirkeriya dewleta tirk li ser xwe qebûl nakin. Lê mixabin Kurdên me yên li wê derê her roj di bi îşkence û kiryarên dewleta tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayî wê de tên. Bi taybetî civaka Êzidî li wir tên helandin ji ber Êzidî koka Kurdayetiyê ne. Hemû dewlet hewl didin bi her awayî Êzidiyan qir bikin. Fermana 74'an a Şengalê li Efrînê bû 5 sal berdewam dike. Ji talankirina cihên olî yên Êzidî û valakirina gundên me û bicihkirina malbatên çeteyan li şûna gelê resen. Her wiha yekîneyên niştecihî û mizgeftan li gundên Êzidî hatine avakirin. Ji aliyê komên çeteyan ve guhertina zimanê resen û ferzkirina zimanê Tirkî. Di heman demê de ola misilman li wan tê ferzkirin. Ev jî fermaneke li ser Êzidiyan e."

‘Wê li Efrînê jî weke li Şengalê têk biçin’

Aîşe Sîdo diyar kir ku kiryarên li Efrînê li dijî Êzidiyan tên kirin ji ber ku li Şengalê têk çûne didominînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Armanc bi meşandina kiryarên li Efrînê li ser Êzidiyan de ji ber ku li Şengalê dewleta tirk û çeteyên wê ve bi bin ketin û nikaribûn koka Êzidayetiyê li wir qir bikin lewr niha dixwazin li Efrînê wan bidin pişavtin lê wê tu carî negihîjin armancên xwe çawa li Şengalê têk çûn wê li Efrînê jî têk biçin û yekitiya gelan bi ser bikevin. Bi vê yekê dixwazin beriya hevpeymana Lozanê bi dawî bibe Kurdan belav bikin û tune bikin. Piranî gelê Êzidî ji warê xwe koç bûne û li dinyayê belav bûne tenê ji bo xilaskirina ji fermanên qirkirinê. Divê ciwan û jinên me li deriyên çareseriyê bigerin da ku bi hev re çareseriyê ji pirsgirêka tunebûnê re bibînin. Êzidî li ku dibin bila bibin divê xwedî li ziman, ax û hebûna xwe derkevin. Em tu carî terka ola xwe qebûl nakin û em ê li dijî vê yekê xwedî helwest bin."

Em hebûn û em ê hebin

Aîşe Sîdo di dawiya gotinên xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî kiryarên dagirkeriyê bibin bend û wiha got: "Banga me ji civaka navneteweyî re ew e ku li dijî qirkirina kurdan bi taybetî ya Êzidiyan xwedî helwest bin û sînor jê re daynin. Bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî van kiryaran bi xwe berdewamiya fermana qirkirinê ye. Li Efrînê kiryarên herî xirab li dijî gelê me tên kirin û dîsa jî dinya bêdengiya xwe berdewam dike. Em ê jî bi yekbûna xwe li dijî van kiryaran bisekinin û her dem li kolanan bin. Em ê xwedî li şoreşa xwe derkevin û li cîhanê tevahî belav bikin. Em bi hezaran salan hebûn û em ê her dem jî hebin em ê rê nedin qirkirina civaka Ezidiyan."