Faraşîn Hêzda ya enternasyonalîst: Li Kobanê mirovahî hat parastin

Faraşîn Hêzda ya ji Elmanyayê yek ji wan jinan e bi têkoşîn û berxwedana jinan a li Kobanê çîroka wê jî bi Kobanê re dibe yek. Faraşîn Hêzda dibêje: “Li Kobanê mirovahî hat parastin” û banga li dijî hemû êrîşan parastina Kobanê kir.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên DAIŞ’ê ên ku bi îdeolojiya xwe ya tarî dixwest tevahî Rojhilata Navîn têxe bin kontrola xwe, di 15 Îlona sala 2014’an bi hovane êrîşî bajarê Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Bi sedan tang û topan, bi çekên giran li gundên Kobanê û piştre lî bajêr li dijî gel komkojî pêk anî. Li dijî vê êrîşa hovane şervanên YPG û YPJ ku piraniya wan zarokên wê axê bûn bi çekên herî sivik xwestin pêşî li êrîşan bigrin. Dema çeteyan dest bi êrîşan kir Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi bangawaziyekê ji herkesê ku aşitî û azadiyê dixwazin re got, berê xwe bidin Kobanê. Bi vê bangawaziyê bi hezaran ciwanên bakurê Kurdîstanê sînoran derbas kirin û berê xwe dan Kobanê û şerê rûmetê dan meşandin.

Berxwedaniya ku şervanan li Kobanê dan meşandin bala hemû cîhanê kişand, ji ber çeteyên DAIŞ’ê li her devara ku êrîş dikir tirsek mezin û komkujî li pêy xwe dihişt. Ji ber vê yekê berxwedaniya şervanan di hemû gelên azadîxwaz de heviyek da avakirin û ev hevî hişt ku li gelek deverên cîhanê jî bi hezaran kes ji bo bibin şahîdê vê destanê biçin Kobanê û bi rihek enternasyonalist bi şervanên YPG û YPJ’ê re mil bi mil di şexsê DAIŞ’ê de li hember hişmendiya paşverû ya ku yekîtiya gelan tûne dihesîbîne şer kirin.

Yek ji wan ciwanên enternasyonal ku ji berxwedaniya Kobanê bandor bûye û berê xwe daye Rojavayê Kurdîstanê Faraşîn Hêzda ye. Farîşîn Hêzda ji ajansa me re behsa sedema hatina xwe ya Rojavayê Kurdîstanê kir.

‘Ez ji berxedaniya Kobanê gelek bandor bûm’

Faraşîn Hêzda ya ji Elmanyayê ye destnîşan kir ku dema cara yekem nave Kobanê bihîstî di sala 2014’an de li Elmanya bûye û wiha got: “Min destpêkê tevgera Kurd û Rojava baş nas nedikir. Di dema pêvajoya şerê Kobanê de hevalek min ji min re got em biçin meşê, em çûn. Ev meşa ku dihat lidarxistin ji bo piştgiriya Kobanê bû û pir mezin û bi coş derbas bibû. Piranî meşên li Ewrupayê ciwan tevlî dibin bes ev meş gelek cûda bû. Dayik, bav zarok ji her temenî kes tevlî bûn. Piştre min meraq kir ku ev kîşan tevger û şoreşe ku ewqas kesên cuda cuda bandor kiriye. Di atmosfera meşê de xuya dikir ku herkes bi dil û can hatine qadê, moral pir bilind bû. Ez jî pir bi heyecan bûm ji ber ku min jî hîs kir ez di nav tiştek pir mezin de me. Lê dîsa jî min derbarê Kobanê de tiştek nizanî bû. Min hinek hevalên ku di şerê Kobanê de mabûn nas kir ez ji wan pir bandor bûm. Ji xwe gelek ji wan di şer de birîndar bûbûn. Ev hevalên birîndar ên ku min wan nas kir moralên wan pir bilind bû. Gelek zehmetî di nav şer de dîtibûn lê ne xemgînî hebû ne jî dev ji şoreşê berdan. Ya din jî tişta ku herî zêde ez bandor kirim gelê Kobanê bû dema ku heval behsa berxwedaniya gel jî dikir min ferq kir ku şer tenê bi şervanan nayê qezençkirin. Gel li kêleka şervanan  çeteyên DAIŞ’ê têk birin.”

‘Bingeha berxwedana Kobanê Tevgera Azadiya Kurd e’

Faraşîn Hêzda di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir beriya were Rojavayê Kurdistanê di tevgerên feminist û çep de cihê xwe girtiye û wiha dom kir: “Min li Ewrupayê di nav tevgerên feminist û çep de cihê xwe digirt. Çend hevalên min hebûn ku behsa Kurdistan, Kobanê û Tevgera Kurd dikir, min pir meraq kir. Piştre min xwest baştir nas bikim Kurdîstan çiye. Li Ewrupayê tevlî xebatên Jineolojiyê bûm. Dema min şoreşa Kobanê fem kir min dît ku jinan tekoşînên pir mezin dane meşandin û bingeha berxwedana Kobanê Tevgera Azadiya Kurd bû. Li ser van esasan min berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.”

‘Şerê li Kobanê şerê di navbera çanda xwedawend û çanda mêrê serdest bû’

Faraşîn Hêzda ku şerê li Kobanê weke şerê di navbera çanda xwedawend û çanda mêrê serdest pênase dike û  got: “Şerê ku 5 hezar sal berê destpêkir heta roja me îro berdewam dike. Li Kobanê şervanên jin ên di xeta xwedawendan de meşiyan karibûn xeta baviksalar têk bibin. Em vê berxwedaniyê tu carî jibir nekin. Dema em hevî winda dikin,  an jî gelek zehmetî bikşînin em dizanin kû hêzên jinan ewqas xurt in. Em dikarin hertim li ser vê serkeftinê bifikirin û nîşanî jinên cûda ji bikin ku jin dikarin diji baviksalarî bi tekoşîna herî bilind serbikevin.”

‘Hêza jinên Kobanê hêza hemû jinên cîhanê ye ‘

Dema me ji Faraşîn Hêzda pirs kir ku tu bi gotin an jî bi hevokek qala Kobanê bikî dê çawa pênase bikî wiha bersiv da: “Bi hevî, bawerî û hêzên jinan em dikarin diji her dijminê serbikevin!

Faraşîn Hêzda  anî ziman ku berxwedaniya Kobanê li ser têkoşîna jinan gelek bandor kiriye û bi  taybet ji bo jinên kudi tevgerên çep de cihê xwe digirin û wihapçde çû: “Jinên wekî Şehîd Arîn di asta herî jor de cesaret dide jinan, lê dîsa jî em gelek caran şaşitiyan dikin ku têkoşîna xwe ji têkoşîna gelên din cuda  dikin û dibêjin şerê Kobanê ye, şerê me cuda ye. Lê belê ev ne rast e, divê weke jin em xwe di nav her têkoşîn û berxwedanek ya jinê de bibînin. Hêza jinên Kobanê hêza hemû jinên cîhanê ye. Ji Ewrûpa û cîhanê gelek jin tevlî têkoşîna çekdarî bûne û ji bo vê jî şehîd ketin. Jiyana xwe da ji bo azadkirina jin û ji bo tekoşîna jiyanê. Bi şer li diji Daesh enternasyonalism giha asta jortir.”

‘Bi hatina Rêber Apo re bingeha têkoşînê hat avakirin’

Faraşîn Hêzda amaje bi wê yekê kir ku têkoşîna li Kobanê tenê Kobanê azad nekiriye, berovajî wê ji bo tevahiya mirovahiyê li dijî DAIŞ’ê bûye serkeftinek wiha û got: “ Li Kobanê mirovahî hat parastin. Ji bo tevahiya mirovahiyê serkeftinek bû û li hemû cîhanê hat pîrozkirin. Lê Kobanê netenê di pêvajoya ku DAIŞ êrîş kir tekoşîn dikir. Dema Rêber Apo di sala 1979’an de ji bakurê Kurdîstanê derket derbasî Rojavayê Kurdistanê bû çû Kobanê vê demê êdî gelê Kobanê dest bi têkoşînê kir. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku tekoşîna Kurd ya Rojava li Kobanê destpêkir. Dema Rêber Apo hat Kobanê bingeha têkoşînê a herî mezin ava kir, bawerî da jinan. Em nikarin têkoşîna li dijî DAIŞ’ê perçe perçe bigrin dest. Ji ber êrîş ji çekdarî zêdetir li ser fikrê azad û jina azad bû, bi giştî li dijî fikir û felsefeya Rêber Apo bû. Dewleta Tirk hewil dide jiyana li vir tune bike lê ewê tu car dev jê bernedin û her tim jiyana nû ava bikin.

‘Kobanê ne bi tenê ye’

Şervana Enternasyonal Faraşîn Hêzda  bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Ez dibejim pewîste em di welatên cuda de gelek Kobanê ava bikin. Dema em dixwazin Kobanê biparezin pewiste em sîstema kapîtalîst ya modernist bi giştî derbas bikin. Pêwîste em nîşanî hemû cîhanê bidin ku Kobanê ne bi tenê ye.  Ji ber ku her tekoşîna di cîhanê de diqewime ji hevdû ne qut e, girêdayî hevdû ye. Dema têkoşîn li welatekê mezin dibe têkoşîna jin bi giştî mezintir dibe. Ji ber vê yekê ez dibêjim pêwîste em hem têkoşîna di welatê xwe de mezin bikin hem jî piştgiriya pratîk bidin Kobanê.  Minak Kobanê û şoreşa Rojava bi giştî û li herderê bidin fem kirin. Gelek kampanyayên me hene wekî “Women defend Kurdistan” û her jin dikare di nav kampanyayê de cihê xwe bigre. Her wiha divê em rewşa Kobanê bi tecrîdkirina Rêber Apo û êrîşên li çiyayên Kurdistanê  ve girê bidin. Ji ber vê yekê divê em jî her aliyê ve tekoşin bilind bikin. Em ji bîr nakin Kobanê mînakekî pir mezin e, lê li gelek cihan li Kurdistan şer û têkoşîn hebû. Li her devera Kurdistanê em jinên têkoşer û fedekar di asteke gelekî bilind de dibînin.”