Ezîza Geraf a êrişa DAIŞ’ê û ya dewleta Tirk jiya: Divê hesab bidin

Ezîza Geraf a 50 salî ku him êrişên çeteyên DAIŞ’ê jiya û keça wê ya ducanî jiyana xwe ji dest da him jî êrişên dewleta Tirk jiya dibêje, “Divê DAIŞ û dewleta Tirk hesab bidin.”

 SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Rêwîtî çîrokan bi xwere tîne. Dewleta Tirk di Cotmeha 2019’an de bû sedema koçberiya gelê Serêkaniyê, gundewarên navçeya Til Temir û Zirganê. Koçberiyê gelek çîrokên veşartî û sûcên ku hinek hêz û komên çete kirine, yên veşartî eşkere bibin û werin gotin.

Ezîza Geraf 50 salî ye, dayika 3 keçan e yek ji wan wefat kiriye, yek koçber e û ya din jî li cem wê dimîne. Her wiha 6 kurên wê hene 2 jê astengdar in, yekî wefat kiriye û 3 ji wan jiyan dikin.

Ezîza ji gundê Menax ê dagirkirî ku dikeve bakurê navçeya Til Temirê dimîne. Menax bi bilindbûna xwe li ser xeta agir dibe xwedî cihekî stratejîk. Li ser girê Menax baregeheke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker heye, ji wir êrîşî hemû gundên xeta agir ên dikevin bakurê herêmê dike her wiha ji wir wesayîdên sivîl û cotkaran jî gulebaran dikin.

Ezîza Geraf ji me re behsa êş, hêvî û daxwazên xwe kir.

‘Firavîna me li erdê ma’

Ezîza Geraf roja ku guleyên dagirkeriya Tirk bi ser wan de hatin barandin bi bîr anî wiha got: "Wê rojê em hemû li dora sifreya xwarinê rûniştîbûn me firavîn dixwar, hew me dît dengê guleyan pir nêzîk tê, me her tişt li cihê wê hişt û ber bi çolê û erdên çandiniyê ve beziyan. Xwarina me li erdê ma, em nîv birçî ji gundê xwe derketin. Em pê re negihîştin cilek an jî tiştekî din ji malê derxin, tenê me dikaribû ruhê xwe xilas bikira. Niha jî em li gundê Til Hemam ê rojhilat girêdayî Çiyayê Kizwanan e dimînin."

Keda 40 salan dizîn

Ezîza Geraf behsa dizî û talana ku dewleta Tirk û çeteyên wê li mala wê kirine bi van gotinan kir: "Stûnên mala min xira kirin û dizîn, mal û milkên me talan kirin ev ligel diziya ceh, ka û mazota me 4 bermîlên mazotê, 3 kadînên tijî ka û 80 torbeyên ceh û 6 çewalên genim hemû jî dizîn. Binêre! Em li ku bûn û niha em li ku ne, li şûna ku niha em di mala xwe de bûna, em di bin konekî naylon de dijîn û germa havînê û sermaya zivistanê bi hemû dijwariyê dibînin. Bi hêza çekê her tişt kirin û me ji malên me dan koçberkirin. 40 salan me bi kedeke mezin gelek tiştan kir heta ku mala xwe ava kir û erdên xwe çandin, di kêliyekê de hatin dagirkirin û xirakirin, ev çi edalet e."

Sûcekî din ê DAIŞ’ê li dijî jinan

Niha Dewleta Tirk û berê jî DAIŞ bû, birîna gelek dayikan heta niha nehatiye kewandin û ew êş bi dagirkeriya dewleta Tirk re xwe nû dike.

Ezîza Geraf sûcên ku ji hêla komên çete jî malbata wê pêre rûbirû hatiye bibîr xist û behsa bûyera ku di serê keça wê de di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê li Çiyayên Kizwanan di zivistana 2014’an de derbas bûye kir û wiha domand: "Rojek zivistanî keça min a ducanî ketibû roja xwe ya dawî ya zayinê, çeteyên DAIŞ’ê li ser bendên kontrolê rê nedan ku keça min biçe nexweşxaneyên Hesekê da ku biwelide. Wê demê ji neçarî ew birin cem qabîleyekê, li wir dema ku hewl da zaroka wê biwelidîne, ji keça min gelek xwîn çû, ev bû sedem ku keça min jiyana xwe ji dest bide. Ev jî yek ji sûcên çeteyên DAIŞ’ê ye, ew nebûna wê îro keça min sax bûya. Ji ber mirina keç û kurê xwe, ji ber wêrankirin û talankirina mala min û dagirkirina axa min ez gelek xemgîn im. Ji destê min bihata min ê hesab bi wan bipirsiya."

'Divê DAIŞ û dewleta Tirk hesab bidin'

Ezîza Geraf bi van daxwaz û hêviyên xwe dawî li axaftina xwe anî: "Tişta ku niha ez dixwazim ew e lêpirsînek were vekirin û DAIŞ û dewleta Tirk ji er sûcên ku li dijî me kirine, werin cezakirin da ku mafên gel werin parastin. A din jî ew e ku em vegerin warê xwe li kêleka dîwarekî xaniyê xwe yê hilweşiyayî, dawiya temenê xwe bijîn. Gundê me yê bi aram û ewle veguherandin xirbeyan û barageheke leşkerî ya dewleta Tirk li wê heye, ji wê derê hemû gundên bakurê navçeya Til Temirê didin ber êrîşên bejahî. Ji lewre ruxmî her tiştê ku çêbûye, em dixwazin vegerin gundê xwe û divê dewleta Tirk ji gundê me were derxistin"