Eyşe Efendî: Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan em ê têkoşînê bidomînin

Eyşe Efendî kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin nirxand û got: "Heta azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin em ê têkoşînê bidomînin."

NORŞÎN ABDİ

Kobanê – Sendîkayên navneteweyî û partiyên siyasî di 10'ê Cotmehê de li bajarê Strazburg ê Fransayê daxuyaniyek dan û li 74 welatan bi dirûşma "Ji Rêber Ocalan re Azadî, Çareseriya Siyasî ya Pirsgirêka Kurd" kampanyayeke cîhanî dan destpêkirin. Kampanyaya ku li 74 welatan dest pê kir, ji zêdetirî 100 welatan piştgirî girt. Gelek sazî û destpêşxeriyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên sendîka û partiyên siyasî, endamên meclis, rêxistinên sivîl, komên parastina jîngehê, xwediyên Xelata Nobelê ya Aştiyê, fîlozof û nivîskarên ji çar aliyên cîhanê beşdarî kampanyayê bûn.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Eyşe Efendî Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemleya cîhanî ya hatiye destpêkirin nirxand.

Eyşe Efendî diyar kir ku komploya navneteweyî piştî gelek planan pêk hatiye û got ku ev komplo bi berxwedana Abdullah Ocalan û gelê Kurd hatiye pûçkirin. Eyşe Efendî diyar kir ku ev berxwedan hê jî berdewam dike û got: "Li çar parçeyên Kurdistanê bi hezaran kes daketin qadan û peyam dan ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan wê têkoşîn bidome."

'Felsefeya Rêbertiya me gihîştiye hemû cîhanê'

Eyşe Efendî bal kişand ser girîngiya kampanyaya ku li gelek welatên cîhanê hat destpêkirin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan tê xwestin û got: “Li hemberî Komploya Navneteweyî îsal bertek cuda bû. 74 welatan bi daxwaza azadiya Rêbertî kampanya dan destpêkirin. Ev kampanya ji bo gelê Kurd gaveke girîng e. Ev gav îsbata wê yekê ye ku fikir û felsefeya Rêbertiya me gihîştiye hemû cîhanê. Her wiha hat zanîn ku fikrên Rêber Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e. Bangên Rêber Ocalan îro bi Erebî, Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Fransî tên xwendin.

‘Tenê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo têrê nake’

Eyşe Efendî diyar kir ku ji bo ku komploya navneteweyî ji holê rabe tenê daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo têrê nake û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk li ser Rêber Apo tecrîdeke giran dide meşandin. Ji bo vê jî kampanya da destpêkirin û fîzîkî azadiya wî xwestin tene têrê nake. Ya rast kesên ku ji felsefe û fikrên Rêber Apo bawer dikin divê ji bo azadiya wî xwe di pratîkê de îsbat bikin.” 

Li saziyên navneteweyî bang

Eyşe Efendî destnîşan kir ku tevgerên mafên mirovan rewşa Abdullah Ocalan bi gel re nikarin parve bikin û wiha gotinên xwe berdevam kir: “Gelek tevgerên ku îdia dikin mafên mirovan diparêzin li hember tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng dimînin. Der barê mafên girtiyan de ku Rêber Apo jî di nav de heya niha tu nêzîkahiyên ku xwe îsbat bikin derneketine holê. Tevgerên mafên mirovan divê li gorî pîvanên mafên mirovan û ji bo li dijî komploya navneteweyî têbikoşin.”

‘Şoreşa me jinan li hemû cîhanê deng veda’

Eyşe Efendî di dawiya axaftina xwe de behsa şoreşa jinan û tekoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got: “Şoreşa jinan a ku bi felsefe û fikrên Rêber Apo derket holê di cîhanê de deng veda. Bi vî rengî, armanca ku derket holê gihîşt girseyê. Bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji bo vekirina riya azadiyê û xilasbûna ji koletiyê dengê xwe bigihîjînin hemû jinan. Me bi felsefeya Rêber Ocalan gelek tişt bi dest xistin û destkeftiyên xwe em ê bi xebata mil bi mil biparêzin. Heta ku em azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û li dijî dagirkeriya Tirk bi ser bikevin, em ê riya xwe bidomînin."