Nobeta Edaletê di roja 569'emîn de ye

Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ve hat destpêkirin di roja 569’an de berdewam dike.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 569’emîn de ye. Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê berdewam dike. Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobetê kir. Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesê edalet” bi blokên betonê yên ber deriyê edliyeyê ve daliqand. 

Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev peyam parve kir: “Her roja ku dayik li ber deriyê edliyeyê rûdinê ji bo kesên welat bi rê ve dibin şermek e. Yek ji faîlan xwe dide pişt wezîrê ku îstîfakirina wî di rojevê de ye. Tevî pirsgirêkên tenduristiyê çalakiya Nobeta Edaletê ya dayikê di roja 569’emîn de berdewam dike.”