Emîne Şenyaşar: Ger em piştevaniya hev bikin dê edalet jî pêk bê

Emîne Şenyaşar, di roja 778’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Ger em piştevaniya hev bikin dê edalet jî pêk bê.”

Riha- Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ket roja xwe ya 778’emîn.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ên ku hatin ber Edliyeya Rihayê, li ber pankarta "Ji bo Malbata Şenyaşar edalet" Nobeta Edaletê berdewam kirin. Emîne Şenyaşar bi bîr xist ku ev nêzî 3 sal in ji bo edaletê li ber Edliyeya Rihayê rûdine û wiha got:

“Li pey edaleta we ez çûm Enqereyê, Stenbolê û hêj gelek deverên din lê edalet tune ye. Edalet li cem vê hikûmetê tune ye. Ger mirov xwedî dîn û îman be, heke mirov ji gunehan bitirse edalet dibe. Heke ev tune bin, edalet jî nabe. Divê em hev bi tenê nehêlin. Ger em piştevaniya hev bikin dê edalet jî pêk bê. Heke em vê nekin, dê bêedaletî her bidome. Çi dibe bila bibe heta ku kurê min tê berdan ez ê ji vir neçim.”