'Em ê xwedî li sindoq û dengên xwe derbikevin'

Jinên Amedê diyar kirin ku di hilbijartinên nêz dibe de dê dengên xwe bidin Partiya Çepên Kesk û banga xwedî derketina li sindoqan û dengan kirin.

Amed- Ji bo hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên ku di 14'ê Gulanê de Tirkiyeyê bên kirin çend roj man,  partiyên siyasî bi hemû leza xwe xebatên xwe yên hilbijartinê didomînin. Partiya Çepên Kesk jî bi hev civîn, cejn, mîtîng û serdanan xebatên xwe berdewam dike. Jinên ku bi awayekî çalak tevlî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk dibin, banga xwedî derketina sindoq û dengan kirin.

'Ji bo azadiyê dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye’

Bahar Kara diyar kir ku ew ê ji bo wekhevî û azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û wiha got: “Dengê me ji bo partiya azadiyê, ji Partiya Çepên Kesk re ye. Em dixwazin bi zimanê xwe ya dayikê û bi çanda xwe azad bijîn. Li her derê tabelayên bi Erebî û Tirkî hene, lê Kurdî nîn e. AKP’ê 20 sal in gel dixapîne. 20 sal in tiştekî ku bi lîstikên xwe nekir nema. AKP'ê ji bo me Kurdan tiştek nekir. Em ê ji bo jiyaneke mirovî  dengê xwe bidin xwe."

'AKP'ê ji bilî êşê tiştek din ne anî’

Fatma Kutlay jî anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ji bilî êşê tiştek din ji gelê Kurd re ne anî û wiha got: "Zilma ku li me nekirin nema. Em yekîtî û aştiyê dixwazin. Me gelek tişt jiyan kir, em êdî dibêjin bes e. Em dixwazin AKP vemire, biteqe û careke din neyê. Bila gelê me bibe yek û kes dengê xwe nede AKP'ê. AKP'ê ji bilî êşê, ji bo vê gelê tiştek din nekir.”

'Em ê bi ser bikevin, serkeftin ya me ye'

Zerîfe Guneş banga yekitîbûna gelê Kurd kir û wiha axivî: “Em ê dengê xwe bidin xwe. Dengê din jî bidin Kiliçdaroglu. Ji bo Erdogan bikeve, em ê dengê xwe bidin xwe. Em dayikên girtî û şehîdan in. Divê em 100 parlamenterên xwe bişînin meclîsê. Armanca me ya herî mezin ev e û em ê bi ser bikevin. Em ê hemû girtiyên xwe azad bikin. Em ê bi ser bikevin, serkeftin ya me ye. Bila gelê Kurd dengê xwe bide xwe Partiya Çepên Kesk. Çokên min ji ber xebatê hişk bûn, em bi şev û roj bêsekin dixebitin. Dê ev xebat jî bigihê armanca xwe.”

'Werin em li dijî diziyê biçin nobeta sindoqan’

Makbule Açikgoz jî banga di roja hilbijartinê de xwedî derketina sindoqan kir û wiha got: “Em dizanin em ê bi ser bikevin. Lê em dizanin ku dê hewil bide gelek dizî jî bike. Divê li dijî vê dizî ye, piştî ku gelê me dengê xwe bikaranîn, li ber sindoqê û li pêşiya dibistanan bisekinin. Divê hemû kes li dijî lîstikên dê bên pêkanîn bizanîst be û piştî ku dengê xwe bikar bînin li şûna biçin malê, herin nobeta sindoqan. Ger em xwedî li dengên xwe dernekevin, dê kes xwedî dernekeve. Divê em sîndoqan ji qan dizan biparêzin."

Makbule Açikgoz banga deng dayîna Partiya Çepên Kesk kir û wiha axivî: “AKP’ê ji berê ve ketiye û ji bo têk neçe li gorî xwe planan çêdike. Em jî dixwazin van planan têk bibin û hilweşînin. Em ê dengê xwe ji bo çiyayan, ji bo girtiyên li girtîgehan bidin.”