'Em ê bi qonaxa 2'emîn a Berxwedana Serdemê Efrînê rizgar bikin'

Horiya Reşîd ku di Berxwedana Serdemê de hevjînê xwe winda kir diyar kir ku ew bi malbatî di vê berxwedanê cih digrin û ev peyam da: “Em soz didin şehîdên me, em ê bi qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê re Efrînê rizgar bikin."

RAPARİN BAKER

Şehba – Gel li Efrîna ku dewleta Tirk bi hincêta ‘pirsgirêka beka’ bi 72 balafir, bi sedan tank, bi sedan tank, bi hezar leşker û 25 hezar çeteyên xwe dest bi operasyona dagirkeriyê kir, 58 rojan berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Berxwedana gel a li dijî êrîşên ku di 20’ê Çileya 2018’an de li ser bajarê Efrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destpê kir, wek “Berxwedana Serdemê” hat pênasekirin. Di êrîşên ku hewayî û bejayî hatin pêkanîn de gelek cihên wek dibistan, cihên dîrokî, navandên tenduristî, nanpêjxane û Nexweşxaneya Avrîn a ku nexweşxaneya herî mezin ya Efrînê ye hatin hedef girtin. Tevî van hemû êrîşan jî dewleta Tirk ku nikare bi pêş ve biçe, êrîşên xwe yên li dijî gel tundtir kir.

Di sedema operasyona dagirkirina Efrînê û dagirkirin de bi sedan kes hatin qetilkirin, nêzî 350 hezar kes jî neçar man ji bajêr koç bikin.

Hemû malbat tevlî berxwedanê bû

Horiya Reşîd a 55 salî ku di Berxwedana Serdemê de hevjînê xwe winda kir, li navçeya Şera ya Efrînê jiyan dikir. Malbata dayika 5 zarokan Horiya Reşîd cihê xwe di nava berxwedanê de girt. Horiya Reşîd ku beriya êrîşên dagirkeriya Tirk di nava Rêveberiya Xweser a Efrînê de dixebitî, wiha got: “Em bi eslê xwe Efrînî ne, lê heta şerê navxweyî yê Sûriyeyê me li Helebê jiyan dikir. Em piştî êrîş û zextên çeteyan em vegeriyan Efrînê. Piştî demekê ez bûm hevseroka komuna gundê Qert Qulan a navçeya Şêranê. Li Efrînê jiyan xweş bû û di demê de Efrîn yek ji herêmên herî ewle bû.”

'Hemû welatên cîhanê çavên xwe ji êrîşan re girtin'

Horiya Reşîd 20’ê Çileya 2018’an roja destpêkirina êrîşê bi bîr xist û wiha axivî: “Dema em fêrbûn ku dewleta Tirk dê êrîşî Efrînê bike, ji bo pûçkirina van êrîşan dest bi amadekariyan kir. 72 balafirên şer navend, navçe û gundên bajarê Efrînê bombebaran kir. Gelê Efrînê 58 rojan li dijî van êrîşan li ber xwe da. Lê hemû welatên cîhanê çavên xwe ji van êrîşan re girtin û tiliya xwe jî ne leqandin.”

'Min ji şervanan re xwarin amade dikir'

Horiya Reşîd da zanîn ku ew ji bo parastina axa xwe ya li dijî êrîşên li ser Efrînê hemû tiştê ji destê wan hatiye kirine, diyar kir ku ew di nava koma ku ji şervanan re xwarin amade dike de cih girtiye. Horiya Reşîd wiha got: “Me nizanîbû tirs çi ye. Armanca me ew bû ku em êrîşan pûç bikin û nehêlin dagirker bikevin Efrîn e.”

'Îsrara me ya berxwedanê hê zêdetir bû'

Horiya Reşîd da zanîn ku di pêvajoya berxwedana serdemê de 2 zarokên xwe li eniya şer û hevjînê wê jî di nava hêzên ewlekariya navxweyî de cih digirtin û wiha axivî: “Piştî zêdebûna êrîşên dewleta Tirk yên li ser gund, ez neçar mam herim navenda navçeyê. Min 10’ê Adarê li gundê Kawkaba yê navçeya Cindiresê bihist ku hevjînê min Muhammed Abdo şehîd bûye. Me gelek hewl da ku em cenazeyê hevjînê min û hevalên wî bistînin, lê balafirên keşfê nehiştin. Di heman demê de kurê min jî 9 rojan li wir asê ma. Balafirên şer cenazeyên şehîdên me hedef girtin. Destûr nedan ku em şehîdên xwe oxir bikin. Lê tevî her tiştî israra me ya berxwedan û jiyanê, ji planên dagirkeriya dewleta Tirk xurtir bû.”

‘Em ê Efrînê rizgar bikin'

Horiya Reşîd anî ziman ku wek gel ji bo pêşîgirtina dagirkerina Efrînê bi berxwedana 58 rojan berdêlên mezin dane û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Efrîn ji ber nepiştgirî û bêdengiya cîhanê hat dagirkirin. Me nikarî rê li ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wî bigrin. Em neçar man ji Efrînê derkevin. Lê em soz didin şehîdên xwe; em soz didin ku em ê ji bo tolgirtina xwîna ku li ser axa Efrînê rijandine, bi qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê, Efrînê rizgar bikin.”