‘Em ê bi hevgirtinê şoreş û destkeftiyên jinan biparêzin’

Hevseroka kantona Girê Spî Fadîle Mihemed êrîşên ku li ser Eyn Îsa pêk hatin nirxand û got: “Li dijî êrîşên hewayî û wêrankirina binesaziyê jin, gel, ciwan, rêveberî û QSD yek in. Em ê vê hevgirtinê şoreş û destkeftiyên jinan biparêzin.”

BERÇEM CÛDÎ

Eyn Îsa – Dewleta tirk ji 4’ê Cotmehê ve seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrîşên hewayî bombebaran dike. Di van êrişan de binsaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kir ku di encamê de santasyonên av, kehrbe û petrol, nexweşxane, depoyên genim û avê kirin hatin wêran kirin.

Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ku di 9’ê Cotmeha 2019’an de ji aliyê dewleta tirk ve hat dagirkirin, di vê pêvajoyê de zêdetirî 60 car êrîşên bi bomebaranên bi balafirên şer, ên bê mirov, tang û hawanan hat. Ev bombebaran li ser navenda Eyn Îsa, gundewarên navçeya Eyn Îsa û kantona Girê Spî ku gundewarên Mişêrfe, Fatsa, xwaringeha Seqir, Ebû Nîtûna, Sigêro, Tirwaziyê, Mixlat, riya M 4, Hoşan, Xalidiyê, Sefawiyê, Bîr Kino, Huriye, Qiz Elî, Zenûbya, Sawiklî, Kampaniya Lava, Dibis, Cedîda, destpêka bajar, Ebû Sirê, Etşanê, Erîda, El-Suwan, Seyda, kampa kevin a Eyn Îsayê, Qurfilê, El-Elîmat, Girê, Siwêdiyê, Mestûra û Gundê Seramedê pêk hatin.

Di van êrîşan û di encama bombebarana li ser gundê Xaldiyê de, 7’ê Cotmehê Emşe Hîlal a 65 salî hat qetilkirin û Mihemed El-Xelef ê 70’ê salî jî birîndar bû. Di 9’ê Cotmehê de jî li gundê Mestûra zarokên bi navê Elî El-Eyaş ê 9 salî û Nadiya El-Eyaş a 10 salî hatin qetilkirin.

Her wiha dewleta tirk depoyên genim, av û xetên kehrebê jî kirin armanc ku gelek gund bê kehrebe û av hiştin. Di encama êrişa li ser depoya avê ya li gundê Fatsayê ku dikeve rojhilatê Eyn Îsayê de depoya avê ya avê dide gelek gundên derdor û 4 hezar kesan ji xizmetê derketiye. Her wiha ji ber êria li ser stasyonê kerabe 100 gund bê kerabe mane ku ev gund ava xwe ya paqij ji xetasan digrin û ev yek jî bi kerabe ve gengaz e.

Hevseroka kantona Girê Spî ya herêma Firatê Fadîle Mihemed êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybetî yên li ser navçeya Eyn Îsayê ji ajansa me re nirxand.

‘4 sal in bombebarana li ser Eyn Îsayê ranewestiyaye’

Fadîle Mihemed a bal kişand êrişên dewte Tirk a ji 4’e mehê ve zêdetir kiriye û wiha bal kişand rewşa li Eyn Îsa: “Navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin, hatin bombebarankirin. Dewleta tirk bêser û ber navçe kir hedef û di encamê de jinek û sê zarok hatin qetilkirin. 4 sal in em ji Girê Spî koçber bûne. Di van salan de êrîş, bombebaran û komkujiyên dewleta tirk ranewestiyane. Bi dehan welatî, jin û zarok bi riya bombebarana bi obîs û balafirên şer ên bê mirov hatin qetilkirin. Ez dikarim bibêjim ku dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, bênavber êrîşê Eyn Îsa dikin û di van kiryaran de hemû rêbazan bi kar tînin.”

Fadîle Mihemed bal kişand ser encama hedefgirtina binesaziyê û got: “Di bombebarana 4’ê Cotmehê de, binesaziya Eyn Îsayê jî hat hedefgirtin. Li gundê Fatsa yê Eyn Îsayê depoyeke avê hat bombebarankirin û ket rewşeke ku nayê bikaranîn welatiyên gund bê av in. Her wiha xetên kehrebeyê yên gundewarên Cirin hatin bombebarankirin, 100 gund bê kehrebe man. Ji bo vê di êrîşên herî dawî de li Eyn Îsayê ziyanên canî û yên madî çêbûn.”

‘Tu êrîş nikare helwesta me bide guhertin’

Fadîle Mihemed di domandina nirxandina xwe de armanca dewleta tirk a bi van êrişan wiha vegot: “Di asta yekem de dixwazin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neçarî koçberiyê bikin û herêman vala bikin. Gel bitirsînin, ji derfetên jiyanê bêpar bihêlin her wiha li dijî Rêveberiya Xweser hêrsê çêbikin. Weke şêniyên navçeya Eyn Îsayê, em ji van êrîşan re ne xerîb in. 4 sal in me hemû şêwazên bombebaranê yên dewleta tirk dîtin. Lewre êrîşan bandoreke mezin li ser berxwedana me ya li hemberî dagirkeriyê nekir û biryara me lawaz nebû. Tevî bombebaran û gera balafirên şer û yên bê mirov li ser esîmanê Eyn Îsa, jiyan bi rengekî beriyodîk dimeşe. Gelê me yê li gundan jî 4 sal in heman peyam û seknê nîşan didin. Gel dibêje ev ax û mal ên me ne, ma em ê ji dagirkeriyê re bihêlin. Ji bo vê gel jî di zanebûna planên heyî de ye, dizane ku dewleta tirk dixwaze Eyn Îsayê vala bike, weke Girê Spî û Serêkaniyê dagir bike. Jixwe armanca sereke jî ev e.”

 ‘Gel û QSD’ê bi berxwedaneke hevbeş êrîş vala derxistin’

Fadîle Mihmed dirêjî da axaftina xwe û wiha behsa hevgirtina gel kir: “Bêguman gelê me roleke girîng lîst di valaderxistina êrîşan de lê em ji bîr nekin ku hêzên Sûriyeya Demokratîk xwedî li erk û soza xwe ya parastina gel derketin. Li aliyekî din têkoşîn û berdêlin ku jinên Eyn Îsayê didin, dibe çavkaniya berxwedana li dijî dagirkeriyê. Me di vê pêvajoyê de gelek civîn ji bo jinan çêkirin, hemû jî erênî bûn, jinan helwestên xwe bi rengekî şênber anîn ziman. Ew ruhê têkoşîn, girêdana bi axê û şoreşa jinan re, ji her demê zêdetir xwe da der. Bi giştî weke rêveberî me rola xwe ya bi cihanîna pêwîstiyên gel û sererastkirina cihên ku hatin wêrankirin lîst û gelê me jî bi piştgiriya xwe dikaribû li rex me bisekine. Bo vê ez dikarim teqez bikim ku gelê Eyn Îsayê ji hemû pêkhateyên wê bi yekitiyeke bihêz û têkoşîneke xurt ji bo hemû êrîşan amade ye.”

‘Parastina şoreşa jinan mayîndekirina nasname û hebûna wan e’

Fadîle Mihemed a got “Me weke jin bi herikîna şoreşê re gelek gav avêtin” wiha berdewam kir: “Di eniyên şer de bi dehan şervan û fermandarên jin li ser piyan in û li dijî dagirkeriyê têdikoşin. Cudatir, jin di tevahî sazî û dezgehan de pêşengiyê dikin, jinên di nava civakê de cesaretê didin hawirdora xwe. Lewre bi riya rêxistinbûn, hêz û vîna jinan şoreşa me roj bi roj pêl da. Heger jinan ev sekn nîşan nedana, ev şoreş dê nedomiya.”

Fadîle Mihemed got, “Li welatekî ku rojane rû bi rûyê êrîşan tê, jinan pêşengî kir. Vê pêşengiyê bandoreke mezin li ser hemû beşên civakê kir. Di hişmendiya civakê de hêza jinan biçûk tê dîtin lê dema ku jin weke volkanê tevli şoreşê bûn û di hemû şeran de pêşengî kirin, ev xal ji bo civakê jî bû çavkaniya berxwedanê.” Fadîle Mihemed a got “Weke jin felsefeya me “Jin, jiyan, azadî” ye her wiha ev şoreş û destkeftiyên wê hebûn û nasnameya me ne” bi vê pêyamê dawî li axaftina xwe anî: “Xwedîderketina li şoreşa jinan, tê wateya parastina xwebûn û nasnameya xwe. Ji bo vê em ê weke jin, gel, Rêveberiya Xweser û QSD’ê têkoşîneke hevpar nîşan bidin da ku şoreşa xwe mayînde bikin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.”