‘Em ê bajarên xwe ji wijdana mêr-dewletê re nehêlin’

TJA û Meclisa Jinan a HDP'ê li Konbajarê Narlikuyu bi daxuyaniyekê starta 8'ê Adarê dan û got; ‘Em ê jî niha pê de ne bajarên xwe ne jî yek jinekê an jî zindîyekê ji wijdanê mêr-dewletê re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin.”

Semsûr – Tevevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li navçeya navendê ya Narlikuyu ya Semsûrê, li Konbajarê ku Navenda Koordînasyona Krîzê lê bû, bi armanca hevgirtina bi jinên mexdûrê erdhejê re starta 8'ê Adarê dan. Di daxuyaniya ku hat dayîn de aktîvîstên TJA'yê, Komeleyên Demokratîk ên Elewiyan (DAD), Meclisa  Jinan, Hevgirtina Jinên Feminîst a ji bo Karasetan, gelek rêxistinên jinan û jinên aktîvîst tevli bûn. Metnê daxuyaniyê ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Rozerîn Îldan ve hat xwendin.

‘Îsal êş û hêrsa me mezin e’

 Rozerîn Îldan diyar kir ku di erdheja ku navenda wê Mereş de bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Ji ber wê îsal em bi êş û hêrsek mezin ber bi 8’ê Adarê ve diçin. Em ê şîna xwe bikin sedema têkoşîna xwe. Erdhej ji ber xwezaysayî ye pêşî lê nayê girtin.  Lê belê bi polîtîkayên rast û îmara rast pêşî li ber encamên neyînî tê girtin. Lê desthilata rizyayî ya ku hemû polîtîkayên wê li ser şer, dijminatîya Kurdan û jina ye tenê berjewendiyên xwe fikirî ye û hewl neda ku li bajarên erdhej lê çêbûne xwe koordîne bike.”

 ‘Zihniyeta mêrsalariyê di bin kavilan de ma’

Rozerîn Îldan da zanîn ku deshilat ji gel dûr e û dijminatiya gel dike û wiha got: “Sedema yekane ku encamên erdhejê ew qas giran in, rastiya şerê heyî ye. Di şerên li dijî civakê de dîsa çavkaniyên civakê tên bikaranîn û ji civakê tên dizîn. Ji ber vê sedemêye ku di rojên felaketê de bûne karsazên kapîtalîst. Hişmendiya baviksalarî û desthilatdar ya ku bû kujerê bi hezaran mirov û zindîyan di vê erdhejê de di bin kavilan da ma. Desthilata AKP-MHP'ê ya nîjadperest û zayendîperest heta sê rojên ewil nikaribû hêza xwe komî serhev bike û xwe bigihîne herêmên erdhejê. Vê da xuyakirin ku tu amadekariyên wan ji bo bûyerên xwezayî tune ye.”

‘Em ê jiyanê ji nû ve ava bikin’

Rozerîn Îldan wiha got: “Me wek tevgera jinê û rêxistinên sivîl yên jinê di navbera sê saetan de bi berpirsyarî ya civakî xwe gihand cihê erdhejê. Bi bîr û bawerêyeke mezin bi nêzîkatiyake wekhev dest bi kar û xebatên xwe kir.  Ji îro pê de jî wek Tevgera Jinên Azad (TJA) li hemû bajarên ku erdhej lê qewimî bi piştevanîya jinan em ê jiyanê bi hev re ji nû ve ava bikin. Em ê jî niha pê de ne bajarên xwe ne jî yek jinekê an jî zindîyekê ji wijdanê mêr-dewletê re nehêlin. Em ê alternatîfên xwe bi hev re ava bikin. Em jin dê li dijî rejîma faşîst a ku şer ji jiyanê re tercîh dike, her tim li qadan bin. Em carek din bi dengekî bilind bang dikin û dibêjin; Dem dema jin jiyan Azadî ye.”