WHO: Li Xezayê ji ber birçîbûnê tendirustiya mirovan di xeterê de ye

WHO'yê bal kişand ser sîstema tendirustiyê ya li Xezayê û diyar kir ku ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê hinek xizmetê didin û destnîşa kir ku birçîbûna mirovan metirsiyek cidî ya tendirustiyê ava dike.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ku ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Zîvala Xezayê ya di bin dagirkeriyê de berdewam dike. Li Xezayê her roj hejmara miriyan zêde dibe, 1,9 milyon Filistîniyên ku ji cihên xwe bûne ji xizmeta bicihbûn, xwarin, ava paqij, derman û tendirustiyê bêpar mane, hewl didin bijîn.

Dîrektorê giştî yê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanim Ghebreyesus der barê sîstema tendirûstiyê a li Xeza de li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyanî da û diyar kir ku hewl didin li nexweşxaneya Şîfa ya li Bakurê Xezayê, careke din xebatên xwe yên xizmetê bidin bi hezaran nexweşan lê belê ev rewş hê jî di asta zehmet û kaotîk de ye.

‘Li nexweşxaneya Şîfayê emeliyat nayên kirin

Tedros Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku şandeyek ku ji pisporan pêktên ên Netewên Yekbûyî dibin rêveberitiya WHO’yê de ji bo dabikirina malzemeyên tibê û ji bi nirxandina pêwîstiyên tendirûstiyê gihane nexweşxaneya Şifa û diyarkir ku nexweşxane niha dikare xizmeta stabilizasyona travma û piştgiriya diyaliz bide. Tedros Adhanom Ghebreyesus, bi bîr xist ku xizmeta emelyatê hê ne gengaze. Îşaret bi wê yekê kir ku personelên ku li nexweşxaneyê neqla xwînê bikin û her dem bi nexweş re eleqeder bibin nîn e.

‘Ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê dikarin xizmetê bikin’

 Tedros Adhanom Ghebreyesus amaje bi wê yekê kir ku li giştî Xeza sisetma tendirustiyê di rewşa xirab d eye, ji 36 nexweşxaneyan tenê 8 jê dikare xizmetê bide û wiha got: “Li Zîvala Xeza kêmaniya xwarinê ku bûye sedemê zêdebûna birçîbûnê yek ji fikarane. Dijwariya birçîbûnê, di heman demê de metirsiya cidî ya tedirûstiyê ava dike. Ji bo Xezayê tekane çareserî divê demildest agirbest were pêkanîn e.” 

 Artêşa Îsraîl ji nexweşxaneya Kemal Advan vekişiya: 90 kes hatin desteserkirin

Berdevkê artêşa Îsraîl Avizhay Adraee der barê vekişandina leşkeran ji nexweşxaneya Kemal Adven ku li Beyt Lahiya bakurê Zîvala Xezayê ye daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku li nexweşxaneyê hejmarek zêde ya çek, belgeyên veşartî, cîhazên têkiliyê hene, hêzên Îsraîlê bi îdiaya ku di êrîşa 7’ê Cotmehê de cih girtine 90 kesên li nexweşxaneyê destser kirine.

Li Şeriaya Rojava zarokek Filistinî hat kuştin

Di nûçeya ajansa Nûçeyan a Filistînê WEFA’yê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê li Şeriaya Rojava di dema serdegirtina kampa koçberan a Deyr Ammar ku li Rojavayê Ramallahê ye bi Filistînê re ketin nava pevçûnan, di nûçeyan de hat diyarkirin ku di encama guleyên hêzên Îsraîlê de Atallah Ziyad Bedha yê 16 salî hatiye kuştin û 2 ciwan jî bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê. Li Şerîaya Rojava di êrîşên hêzên Îsraîlê û niştecihên Yahûdî de ji 7’ê Cotmehê ve heta niha hejmara miriyan bûye 291.

 NY ji UCM’ê biryara girtinê xwest

Raporterê taybet ê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Francesca Albanese li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal got:

“Xaka ku di bin dagirkeriyê de kolonîkirina wê ji sala 1967’an heta niha polîtîkayên dewleta Îsraîlê ye û ev jî xaka Filistînê ya ku dest danîne ser e. Sivîlên Îsraîlê lê bi cih kirine ev yek ‘sûcê şer e’ û bi awayek girseyî Filistinî bi zorê ji cihê wan kirine ev yek jî ‘sûcê li dijî mirovahiyê ye.’ Ev sûcên ku berdewam dikin, ez di wê baweriyê de me di demên pêş de bi fermana girtinê re dê rû bi rû bimîne.”

Xebatkarê wezareta karên derve yê Fransayê hat kuştin

Li aliyê din di daxuyaniya ku ji aliyê wezareta kerên derve yê Fransayê hat dayîn de hat, diyarkirin ku di 13’ê Kanûnê de di encama lêdana Îsraîlê li bajarê Refah ê Başûr Zîvala Xezayê li avahiyekê, xebatkarê wezaretê bi giranî birîndar bûye û gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane. Xebatkarê birîndar ê Fransî piştre jiyana xwe ji dest daye.