Dozger xwest ku doza derbarê Emîne Şenyaşar de bê betalkirin

Dozger xwest ku doza bi îdiaya “Bi awayekî aşkere organên darazê yên dewletê biçûk xistine” derbarê Emîne Şenyaşar de hatiye vekirin, bê betalkirin.

Riha – Danişîna doza bi îdiaya “Bi awayekî aşkere organên darazê yên dewletê biçûk xistine” derbarê Emîne Şenyaşar a di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê hevjînê wê û du lawên wê ji aliyê parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin de hatiye vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hate lidarxistin. Emîne Şenyaşar, ji ber Nobeta xwe ya Edaletê ku li ber Wezareta Dadê ya Enqereyê didomîne tev li danişînê nebû. 

Di danişînê de parêzerên Emîne Şenyaşar amade bûn. Parêzerê Emîne Şenyaşar Alî Arslan ê di danişînê de axivî, diyar kir ku di dosyayê de tu delîlên şênber nînin û daxwaza beraeta muwekîla xwe kir. 

Dozger xwest doz bê betalkirin

Dû re dozgerê ku derbarê esasê de mutalaya xwe pêşkeş kir, diyar kir ku derbarê Emîne Şenyaşar de bi heman sûcdariyê li 4’emîn Dadgeha Ceza ya Rihayê darizandinek heye û bi hinceta doz weke hev in xwest ku doz were betalkirin. 

Parêzerê Emîne Şenyaşar Alî Arslan ê li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirt, destnîşan kir ku tev li mutalayê nabin û wiha got: “Divê ne doz were betalkirin, biryara beraetê bê dayîn. Di dosyaya ku tê gotin ku dubare ye, dîroka sûc cuda ye. Di navbera dosyayan de têkiliyeeke hiqûqî û fîîlî nîne. Îdiayên tên kirin bê bingeh in. Ji ber vê yekê divê ne doz bê betalkirin divê biryara beraetê bê dayîn.”

Piştre parêzerên Emîne Şenyaşarê Ahmet Taş û Mehmet Fatîh Duzkan jî gotin ku divê ne doz bê betalkirin, divê biryara beraetê bê dayîn.”

Şandeya dadgehê piştî navbera hate dayîn, ji bo dosya bên yekkirin biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Rihayê re nivîsa muzakereyê bê nivîsîn û danişîna din taloqî 9’ê gulana 2024’an hate kirin. 

Derbarê wê de 31 lêpirsîn hat destpêkirin

Emîne Şenyaşar ji 9’ê Adara 2021’an û vir ve ji bo hevjîn û zarokên xwe yên hatine kuştin dest bi nobetê kiriye û ji ber heman îdiayan derbarê wê de 31 lêpirsîn hatine destpêkirin û 11 ji van veguherîne dozan.