Doza bersûcên ku li Mexribê destdirêjî li zarokek keç kiribûn hate taloqkirin

Li Mexrîbê di sala 2021’an de di navde alîkarê artonorê tîma futbola jinan hebû destdirêjî li zarokek keç kirin. Doza ku 6 kes jê dihatin darazandin hate taloqkirin. Rêxistinên jinan xwestin bersûc sûcên herî giran bigrin.

Mexrîb- Li bajarê Tata yê Mexribê di sala 2021’ê de zarokek 15 salî, ji aliyê alîkarê antrenorê tîma fotbola jinan a Tatayê di navde 6 kes doh derketin pêşberî darazê. Di danaşîna 2’em ya doza ku li dadgeha Temyiz ya Agadir hatî dîtin de, di parastina der barê mijarê de bi daxwaza ku parêzerên zarok, rêxistinên mafê mirovan pejirandina mudaxilê pêşkêşî dadgehê bikin, heta 4’ê Cotmehê hate  taloqkirin.

Piştî danaşînê çalkavanên mafê jinan li ber deriye edliyê daxuyanî dan û diyarkirin ku divê bersûc bi sûcê herî giran were cezakirin û divê cezayên giran bibin zagonî.

Çi bûbû?

Li bajarê Tata yê Mexribê di sala 2021’ê de zarokek 15 salî, ji aliyê alîkarê antrenorê tîma fotbola jinan a Tatayê di navde 6 kesên din ve rastî êrîşa zayendî ya sîtematîk hat. Bûyer piştî ku zaroka keç  a rastî êrîşa zayendî hatî ducanî bû derket holê. Di danişîna ku li daîreya edliye ya ceza ya Agadir hat dîtin de cezayê sal û nîv girtîgehê dan 6 sûcdaran. Piştî infaza cezayan bersûc hatin berdan. Li ser helwestan doz cardin ji aliyê dadgeha Temyiz ya Agadir ve hate dîtin. Ji dema ku bûyer hate bihîstin rêxistinên jinan ku xwedî li dozê derketin, xwestin ku bercûs bi sûcên herî giran werin cezakirin.