Dorpêç û şer krîza aborî ya li Xezayê giran dike

Krîza aborî ya li Xezayê veguherî felaketek mirovî. Ji ber girtina bankayan û rêjeya zêde ya komîsyonan, xwegihandina dravan ne gengaz bûye.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li Xezayê krîza aborî û pariyek nan, veguherîn e şerek giran ê rojane. Li gel şer û dorpêçê, hilweşîna pergala bankê didome. Pirsên wekî; Ger pereyê gel tunebe ewê çawa bijî? Ewê kî ji yên ku rûmeta wan a mayî bixwe û bidize re bêje bisekine? bê bersîv dimînin.

Zêdeyî salek û nîv e ku Zîvala Xezayê, di nav şer û dorpêçê de dijî. Ev jî bû sedem ku pergala bankeyê hilweşe. Banka hatin girtin, ATM tên bombebarankirin û ji ber hilweşîna sîstematîk naxebitin. Ev rewş rê li ber krîzek cidî ya diravê vekir. Hemwelatî pereyên xwe bi riya navbeynkar û komîsyonan ku ew jî ji sedî 40 didin heta dikarin bighîjinê. 

Di nava vê hilweşînê de, yekîneyên pereyên xwecihî jî bûne rewşek din. Ji ber ku banknot kevin bû bazar jî qebûl nake. Hemû van tiştan, êşên sîvîlên ku her roj têkoşîna jiyanê dikin dû qat zêdetir kiriye. 

Êşa jinan a giran

Duaa Muslih, mînaka zindî ya bi hezaran jinên Filistînê yên li Xeza ye. Duaa Muslih ku dayîka sê keçikan e, di şer û dorpêçê de di qadek ku bi taybetî jin du qat êş dikşînîn de dijî. Duaa diyar kir ku li gor wê tiştê herî xirab ê bê serê wan êrîş in û wiha got: “Heta ku min zanî ez ji dravê xwe bê par mame. Ji bo ku bighîjim dravên xwe, divê ez nîvê wê bidim ên ku komîsyonê distînin. Beriya şer min li Xezayê navendek ciwankariyê vekir û min karî xeyalên xwe pêk bîn im. Ev navend xeyala jiyana min bû. Gavek ji bo avakirina pêşerojek baştir, ji bo xwe û malbata min bû. Lê belê şer, hemû bi erdê re kir yek. Min projeyê nedomand, neçar mam bigrim.”

Duaa Muslih tevî hemû şertên dijwar jî dest ji xeyalên xwe bernedaye, hewl dide navendê cardin veke, lê belê astengî her roj mezin dibin. Duaa destnîşan kir ku ji nû ve vekirin gelek zehmet e û wiha pê de çû: “Madeya xam tuneye û alavên ku pêwîst in, gelek buha ne. Pêdiviyên çêkirina navendeke nû jî gelek buha ne. Her gav ji bo min ne tenê di aliyê madî de, di aliyê psîkolojîk de jî gelek giran tê. Li ser milê min barek giran heye. Xeyala min hê jî dijî. Ez dixwazim rojekê vê navendê cardin vekim û xeyalên xwe pêk bînim.” 

Girtina bankayan destpêka krîza malî bû

Duaa Muslih bi gotina "Ji bo em perê xwe bistînin divê em nîvê wê bidin" trajediya malî vegot û wiha berdewam kir: “Bi salan pereyê ku min kom kiriye di carek de tune bû. Ne ji bo min xerc kiriye, ji ber komîsyonên zêde yên ku xwedî hêza kişandina diravan, li ser me ferzkirin e ku digîhije ji sedî 40’î. Dema bixwazim 100 dolarî bigrim, 60 dolar dighê destê min, ya din ew dibin. Rojane di şertên gelek zehmet de dixebitim. Nîvê pereyê ku qezenc dikim, wek komîsyon didim."

Ji Cotmeha 2023’an ve dema şer dest pê kir heta niha ji sedî 94 şaxên bankeyan ên li Xezayê, ji ber êrîşên Îsraîlê hatin texrîbkirin. Ji 94 ATM’yan 91 nayên bikaranîn. Ji ber vê yekê gel ji bo dirav peyda bike neçar dimîne ku berê xwe bide borsaya reş. Di vê bazarê de li gor daneyên Otorîteya Pere ya Filîstînê, rêjeya komîsyonê heta ji sedî 40’î diçe.

Rûpelên tije yên rojnivîskên koçê

Di destpêka şer de Duaa Muslih û malbata xwe koçî başûrê Xeza kirin. Duaa ya xwest bighê wan, du rojan di rê de winda bûye. Duaa wan rojên bi êş, wiha got: “Min nizanibû bi ku de herim. Min sê keçên xwe di nava hilweşînan de xilas kir. Me li aliyek mizgefta li navenda bajêr, şev derbas kir. Ne av, ne xwarin û ne jî tiştek hebû ku em xwe pê germ bikin. Min hîs kir ku ez ketime binê dinyayê. Di rojên destpêkê yê koçberiyê de di şeva ku me li konek li Başûrê Xezayê derbas kir de, li gel zarokên xwe em rastî marek hatin. Min hewlda ez wî bikujim û li tiştek geriyam. Ne dar hebû ne jî tiştek din. Di dawî de min tiştek giran dît û bi caran min lê da. Min xwest zarokên xwe biparêzim. Ev ne ya destpêkê û ne jî ya dawî bû. Her roj li dora me mar digerin, ez jî hewl didim wan bikujim.”

Dravên çirandî û dravên yekdestdar

Duaa Muslih dema dighêje pereyan, rastî astengiyek din tê, ew jî banknotên zirar dîtî ne. Duaa wiha got: “Pereyê ku didin me qetiyane, firoşgeh van pereyan qebûl nakin. Dema ez gilî dikim, dibêjin an bibe an berde. Tu alternatîfek min tuneye. Ez nikarim vî perayî cardin bidim, tu alternatîfek min nîne. Dema dixwazim tiştek bigrim,  gotinên nexweş ji firoşgehan dibhîzim."

Li hember hilweşînê berxwedan

Duaa Muslih ev bi salan e ji bo pêşeroja zarokên xwe mîsoger bike dixebite. Duaa anî ziman ku êdî ew pere jî nemaye û wiha axivî: “Kîloyek ar bi keda destê min a rojek e. Ji bo ava vexwarinê hin caran em bi rêyeke dûr ve dimeşin. Tevî ku av pêwîstiyek rojane ye jî, giran e. Ez çawa jiyanek wisa bijîm? Ez berhemên keda xwe jî nikarim di destê xwe de bigrim.”

Duaa Muslih tevî tiştên ku jiyan kiriye bi hemû azweriya xwe têkoşîna xwe didomîne û wiha dibêje: “Ez gelek difikirim, heta kengê ewê wiha be? Hemû tişt li dijî min e, ceyran tune, pere tune, xwarin tune, qadek ku lê biqîrim jî tuneye. Di konên kevin û malên xisar dîtine de em zindî tên veşartin.”