‘Divê qîrîn û hewara zarokên Serêkaniyê were bihîstin”

Endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo da zanîn ku armanc bi avakirina Komîteya Koçberên Serêkaniyê ew e ku sûcên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên bajarê Serêkaniyê dike yek bi yek werin belgekirin.

RONÎDA HACÎ

Hesekê- Bi dagirkirina bajarê Serêkaniyê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ve, li dijî bajar û xelkên wê sûcên dermirovî hatin kirin. Destdirêjî, qetilkirin û îşkence li dijî jin û zarokan dan meşandin, cihên pîroz, mal û milkên xelkê Serêkaniyê talan û wêran kirin. Di heman demê de milyonek kes li Serêkaniyê li ser keda xelkên wê yên resen bi cih kirin. Bi armanca belgekirina sûcên dewleta Tirk a degirker di 27’ê Îlona 2021’ê de Komîteya Koçberên Serêkaniyê di bin dirûşma “Em bimînin û vegerin” hat avakirin. Komîte ji 35 kesên ji koçberên Serêkaniyê pêk tê. Di komîteyê de 4 mektebên jin û zarokan, beşa lêkolîn, têkilî û xizmetguzarî hatine aktîfkirin. Têkildarî kar û xebatên komîteyê endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo nirxandin kir.

‘Dagirkirina Serêkaniyê berdewama planên perçekirinê ye’

Endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo teqez kir ku dagirkirina Serêkaniyê bi hevpeymen û erêkirinek navdewletî pêk hatiye û wiha got: “Gelê ku daxwaza doza xwe û azadiyê bike her dem rastî êrîşan tên. Serêkaniyê ne cara yekemîn êrîş li ser pêk hat, di 2012’an de rastî êrîşek ji aliyên komên çeteyan yên girêdayî dewleta Tirk ve hatibû. Lê armanca wan pêk nehat di sala 2019’an de dewleta Tirk bi rûyê xwe yê eşkere, bi çekên qedexekirî û balafiran êrîş kir lê mixabin bêdengiyek hebû, li pey wê bêdengiyê lihevkirinek li ser talankirin, wêrankirin, qetilkirin, koçberkirin û guhertina demografîk pêk hat. Dagirkirina Serêkaniyê berdewama planên perçekirina hevpeymana Sykes-Picot û Lozanê ye.”

‘Em ê dengê qêrîn hewar û daxwaza alîkariyê ya koçberan ragihînin’

Endama Mekteba Jin û Zarokan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Zehra Semo diyar kir ku yek ji armancên sereke yên avakirina komîteya koçberên Serêkaniyê şopandina rewşa xelkên koçber li herêmên dagirkirî ye û wiha axaftina xwe domand: “Piştî dagirkirina Serêkaniyê me pêwîstî dît ku komîteyek were avakirin ji bo sûcên li dijî bajar û xelkên Serêkaniyê pêk tên ji aliyê dewleta Tirk ve eşkere bike. Ji ber ku di êrîşên li ser Serêkaniyê û dagirkirina wê de hemû sûcên dijmirovî hatin pêkanîn û li hemberî wê jî bêdengî heye. Em dixwazin rastiya ku li Serêkaniyê tê jiyîn, êş û destdirêjî li dijî jinan û qetilkirina wan belge bikin da ku tu hincet ji bo bêdengiyê tunebe. Di aliyekî din de em dengê koçberan zehmetiyên jiyana wan di bin şert û mercên herî zehmet de ragihînin.”

‘Yên ku herî zêde zor û zehmetiyê di şeran de dikşînin jin û zarok in’

Zehra Semo bal kişand ser hêz û barê jinên koçber ên ku dane ser milên xwe û wiha behs kir: “Di her êrîş, û dagirkeriyê de yên ku herî zêde zehmetiyê dikşînin û zirarê dibînin jin û zarok in. Jin di bin şert û mercên herî dijwar de jiyanê diafrînin. Li kêleka wê jî ji bo vegera mal û bajarê xwe berxwedaniyek mezin didin meşandin û vê barê giran dane ser milên xwe. Li herêmên dagirkirî jin rastî lêdan, qetilkirin, destdirêjî tên. Ji ber ku dijmin êdî ji hêza jinan ditirse lewma li cihên ku dagir dike destpêkê dixwaze hêz û îradeya jinan bişkîne.”

’47 kesên ku di navbera wan de jin û zarok hene hatine girtin û 4 ji wan jî hatine qetilkirin’

Zehra Semo destnîşan kir ku pêwîs e bajarê Serêkaniyê ji dagirkeriyê were rizgarkirin û got: “Di zindanên dewleta tirk ên li Serêkaniyê de niha 47 kes hatine girtin gelek ji wan jin û zarok in. 2 jin ,2 zarok jî herî dawî  hatin qetilkirin. Mal û milkên welatiyan hatin talankirin, cihên dîrokî û pîroz hatin xerakirin û dizîn û malbatên çeteyan li şûna malbatên resen hatin bicihkirin da ku dîroka rast berevajî bikin û tiştên li gorî berjewendiyên xwe çêbikin.”

‘Kampên koçberan bi awayê fermî nehatine qebûlkirin’

Zehra Semo axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pir şerm e ku di roja me ya îro de 2 kampên me yên Serêkaniyê û Waşokanî bi rengekî fermî nehatine qebûlkirin. Koçber ji aliyê tîmên alîkariyê ve hatine paşguhkirin. Di hundirê herdu kampan de jinên temenê wan mezin, jinên nexweşiyên giran bi wan re hene, zarokên astengdar û nexweş hene pêdiviya wan bi alîkariyê heye. Lê mixabin tu kes alîkarî nade. Rêvberiya Xweser li gorî derfetên xwe dibe alîkar lê hejmar zêde ye. Di eynî demê de dewleta Tirk li dijî koçber û xelkên kantona Hesekê şerê avê dide meşandin. Gelo ev yek di kîjan pîvan di çi rêzezên exlaqî de heye? Ev sûcekî dijmirovî ye û pêwîst e were cezakirin. Em ê wekî komîteya koçberên Serêkaniyê heya dawî ji bo vegera axa xwe kar û xebatan bikin. Bi çi rengî be em ê sûcên dewleta Tirk bi belgeyên şênber eşkere bikin û rastiya heyî derxin holê.”