Darazandina bersûcê destdirêjiyê Remezan Babat wê berdewam bike

Danişîna 5’an a cerdevan Ramazan Babat ku ji sûcê destdirêjiya li dijî zarok tê darizandin wê sibê li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.

Şirnex- Cerdevanê bi navê Ramazan Babat, di Gulana 2022’an de li bajarokê Sêgirkê yê girêdayî Qilebana Şirnexê destdirêjî li zaroka 16 salî S.G. kir. 5’emîn danişîna doza cerdevan Remezan Babat wê sibe li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.

Li Sêgirkê, di 18’ê Tebaxa 2022’yan de Ahmet Babat Firdefs Babata 17 salî bi çeka birayê xwe yê çete Remezan Babat qetil kiribû, piştî bûyerê hat girtin. Piştî 2 rojan çete Remezan Babat ji sûcê desdirêjiya li S.G ya 16 salî kiriye hat binçavkirin û girtin.

Hat zanîn ku Ramzan Babat di meha gulanê de destdirêjî li xwişka jinbiraya xwe kiriye. Ji bo ku S.G. bi darê zorê were zewicandin û malbatê îqna bikin, sercerdevan Hazim Babat û Şeyhmûs Babat ketin dewrê. Sercerdevanan bi gotina “Ger hûn gilî bikin dê 3-4 mehan girtî bimîne û piştre dîsa were berdan” hewl dan malbatê îqna bikin. Her wiha ji bo zewicandina zarok jî 200 hezar TL hatin dayîn.

4 kes hatin binçavkirin

Piştî ku bûyer di çapemeniyê de hat parvekirin, Serdozgeriya Komarê ya Qilebanê dest bi lêpirsînê kir. Ramazan Babat, birayê Hazim Babat ê bi navê Şeyhmûs Babat, bavê S.G. yê bi navê E.G., dayika wê M.G. û birayê wê Y.G. di 24’ê Tebaxê de hatin binçavkirin. Ramazan Babat ji ber sûcê ‘Îstîsmara zayendî ya bi wesf a li dijî zarok’ hat girtin û şandin girtîgehê. Şeyhmûs Babat, E.G., M.G. û Y.G. jî piştî îfadeyên li Qereqola Cendirmeyan a Qilebanê hatin berdan. S.G. jî ji bo îfadeyê ewil şandin Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê û piştre jî birin Navenda Pêşîlêgirtin û Çavdêriya Tundiyê ya Şirnexê (ŞONÎM). 

Ramazan Babat bi awayekî girtî tê darizandin û dozgeriyê di danişîna 4’an de xwest were cezkirin. Her wiha dozger xwest ku li gel faîl, di heman demê de bavê zarokê, birayê wê, sercerdevanê berê Şeyhmûs Babat, kurê wî Çetîn Babat û Sadî Babat jî cuda cuda bên cezakirin.