Kubra ku ji şibakê ketibû got: Mehmet Alî Yurt min avêt

Kubra Yazuk a ku bi awayekî guman ji şibakê ket, diyar kir ku 'întîhar’ nekiriyê ji aliyê Mehmet Alî Yurtê ku beriya niha pê re zewicandibû ve hatiye avêtin û ji ber ku kiryar piştî îfadeyê hat berdan bertek nîşan da.

Amed- Vîdeoya ku piştî Kubra Yazuk di 4'ê Tîrmehê de li Sûra Amedê ji şibaka mala xwe ya qata 4 a avahiyê bi awayekî bi guman ketibû xwarê bi giranî birîndar bûbû hat kişandin. Kubra diyar kir ku ji aliyê hevjînê xwe yê berê Mehmet Alî Yurt ve hatiye avêtin û ev yek li dosyaya dozê hat zêdekirin. Kubra Yazuk a bi bandora ketinê re bi giranî birîndar bû, 4 roj in li nexweşxaneyê tê dermankirin. Hat hînbûn ku di organên Kubraya ku pişta wê şikiyaye de, xisarên cidî hene, kiryarê bûyerê Mehmet Alî Yurt heta niha jî nehat binçavkirin.

Îtirafa kiryar: Heta ku te nekujim nakevim girtîgehê!

Kubra Yazuk a ku 7 sal e zewicandî ye, piştî tundiya dît, nêzî 3 meh berê ji Mehmet Alî Yurt veqetiya. Kubra Yazuk a ku di qonaxa hevberdanê de rastî tundî û gefên kuştinê hat, beriya doza velayetê ya bê dîtin ji bo zarokên xwe bibîne çû mala xwe. Kubra Yazuk a ku beriya biçe malê jî ji aliyê Mehmet Alî Yurt ê bi telefonê pê re diaxîvî ve bi gotinên “Polîs kî ne? Tu min bi wan tehdîd dikî? Ger ez heta te nekujim biçim girtîgehê ez ne mêr im" rastî gefan hat, roja danişîna doza velayetê jî bi awayekî bi guman ji şibakê ket.

'Bi lingên min girt û min avêt'

Kubra Yazuk a piştî ji qata 4’an ket rakirin nexweşxaneyê, dema tiştên jiya ji xizmên xwe re vegot , diyar kir ku bûyer ne întehar e, hewldana kuştinê ye. Ajansa me bi Kubra Yazuk a ku piştî du rojên dermankirina giran duh birin odeya normal re hevdîtin pêk anî.

Kubra da zanîn ku ji aliyê Mehmet Alî Yurt ê ku bi salan rastî tundiyê dihat ve neçarê ji nûve zewicandinê hatiye kirin û ji ber ku vê yekê qebûl nake bi zarokên xwe re gef lê hatiye xwarin, got ku tevî gelek giliyên bê hejmar û biryara dûrxistinê jî tundî bi dawî nebûye. Kubra Yazuk, da zanîn ku di dema bûyerê de tenê kiryar Mehmet Alî Yurt û keça wê ya 5 salî li malê bûne û wiha got: “Dema di telefonê de tiştek dît, yekser dest bi êrîşê kir. Min fêhm nekir ka çi bûye. Piştre bi lingên min girt û got; "Tu bimirî, piştre ez ê bimirim" û min ji şibakê avêt. Min hewl da hesinên xwe bi qata jêrîn ve bigrim lê nikaribûm. Piştre nayê bîra min ka çi qewimî.”

Ji kiryar agahî nayê girtin!

Dermankirina Kubra Yazuk li nexweşxaneyê berdewam dikir, kiryarê bûyerê Mehmet Alî Yurt jî piştî roja bûyerê îfadeya wî hat girtin, hat berdan. Hat hînbûn ji kiryar agahî nayê girt, Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê duh çû nexweşxaneya Kubra lê dihat dermankirin û bi malbatê re hevdîtin pêk anî. Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Parêzer Esmer Ozer ku di hevdîtinê de cih girt, diyar kir ku ew ê li pişt bûyerê bin û şopdarên lêpirsînê bin.

'Biryara tedbîrê gelek caran hat binpêkirin'

Esmer Ozer der barê mijarê de ev agahiyan parve kir: “Di dema serdanê de îfadeyên ku mexdûr li nexweşxaneyê hê li ser hişê xwe bû da, diyar kir ku hevjînê wê yê berê wê ji qada 4’emîn avêtiye.

Her wiha malbatê diyar kir ku mexdûr berê jî biryara tedbîrê girtî ye lê ji aliyê kiryar ve biryar gelek caran hatiye binpêkirin. Bi vê yekê re ji ber ku hevjînê berê yê kiryarê bûyerê bêyî ku di dosyayê de lêkolînek baş bê kirin û îfadeya hemû kesên xwedî agahî bê girtin, îfadeya wî hat girtin û demil est hat berdan. Ev bûyer careke din nîşanî me dide ku lêpirsîn bi awayekî baş nayê meşandin. Em li gel malbat û mexdûrê ne. Em ê bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî.”