Di xwepêşandana ‘Qanûn û Rûmetê’ de rojnamevan Mîrella Ebo Şeneb rastî êrîşê hat
Dema ku rojnamevan Mîrella Ebo Şeneb hewl dida axwepêşandana "Qanûn û Rûmetê" ya li paytexta Sûriye, Şamê belge bike, rastî êrîşê hat. Vê êrîşê fikarên li ser rewşa jinan di qada giştî de zêde dike.
Navenda Nûçeyan – Nîşaneyên nebaşiya rewşa jinan di qada giştî de li paytexta Sûriye Şamê zêde dibin. Bûyerên tacîz û destdirêjiyê di nava bûyerên cuda yên civakî û siyasî de pir caran diqewimin û ev yek jî pirsên li ser nebûna mekanîzmayên parastin û hesabpirsînê li bajêr derdixe holê.
Xwepêşandana ‘Qanûn û Rûmetê’
Îro li paytexta Sûriye Şamê, êrîşek li dijî yek ji beşdarên xwepêşandanên gel ên li navenda bajêr hatine lidarxistin, pêk hat. Ev bûyer di çarçoveya çalakiya rûniştinê ya li Qada Yusif El-Ezmayê de bi dirûşma "Qanûn û Rûmet" ji bo daxwaza reformên aborî û jiyanî pêk hat.
Nehiştin rojnamevan Mîrella Ebo Şeneb xwepêşandanê belge bike
Li gorî çavkaniyên xwecihî û raporên çalakvanên herêmî, yek ji xwepêşanderan, rojnamevan Mîrella Ebo Şeneb bû, ji aliyê kesên wekî "tacîzkar" an karmendên ewlehiyê" hatine binavkirin ve rastî êrîşê hat. Telefona wê ya destan avêtin erdê da ku nikaribe xwepêşandanê bi riya weşana zindî belge bike.
‘Jin rastî lêdanan tên’
Hêjayî gotinê ye ku ev bûyer di çarçoveya binpêkirinên li dijî jinan li Şamê di salên dawî de diqewimin. Di Tebaxa 2025’an de, medyaya herêmî ragihand ku di dema serdaneke fermî ya parêzgarê Şamê ji bo taxa El-Sumeriye de jin rastî lêdanê hatine.
Ev bûyerên li pey hev nîşan didin ku pirsgirêkên berdewam ên têkildarî parastina jinan li qadên giştî, nemaze di çarçoveya xwepêşandan an bûyerên ewlehiyê de, hene. Vê yekê jî nîşan dide ku pêdivî bi nirxandinek berfirehtir a mekanîzmayên hesabdayînê û mîsogerkirina ewlehiyê heye.