Di Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de qedexeya gihandina JINNEWS

Înternetê Vodafone Net bi biryara BTK’ê ketina JINNEWS’ê qedexe kir. Qedexe ku di 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd de hatiye kirin, bal kişand.

Navenda Nûçeyan – Peydakerê înternetê yê bi Vodefone Net gihandina rasterast a JINNEWS (www.jinnews41.xyz) ku bi dirûşma “Bi pênûsa jinê li ser şopa heqîqetê” weşana xwe didomîne, asteng kir.

Sedema “Profîla Malbatê” ya peydakerê înternetê ya Türk Telekom ku berê ketina JINNEWS’ê asteng kiribû, dan pêş. Dema ku hûn bi rêya peydakerê xwe digihînin JINNEWS’ê, peyama “Navnîşana webê ya ku hûn hewl didin xwe bigihîninê ji ber eyarên weya înternetê yên derbasdar û ewledar niha nagihin hev. Ger hûn difikirin ku divê hûn di profîla ku we hilbijart de bikarin xwe bigihînin vê malperê, ji kerema xwe bitikênin” tê pêşiya we.

Di axaftina me ya bi Xizmetên Mişterî re der barê rewşa navborî de hate gotin ku bi sepana Vodefone “Yanımda” ve eyar hatiye guhertin. Sepana ku ji bo guheztina eyaran hatî dakêşandin di bin sernavê “Înterneta Ewle” de berbi hilbijartina profîlê ve çû.

Bi rêya VPN’ê mirov dikare bigihe JINNEWS

Lêbelê, ji bilî “profîla zarok” û “profîla malbatê” vebijarkên din li vir nehatin nav kirin. Di bin her du hilbijarkên profîlan de, nivîsa “Gihîştina malperên ku ji hêla komîsyona BTK ve hatî destnîşankirin, ku pisporên pedagojî û derûniyê lê ne, têne peyda kirin. Malperên hevpeyvînê û medyaya dîjîtal têne sînorkirin. Tenê lîstikên bi naveroka sabît dikarin werin lîstin” cih digre.

Di her du rewşên hilbijartina profîl de jî ketina JINNEWS ne pêkan bû. Bi rêya kanalên VPN yên ku li welatên din fersenda girêdana bi înternetê re pêşkêşî dike, mirov dikare bigihîje JINNEWS.