Di êrîşa Îsrailê ya li dijî Xeza de 46 rojnemeger jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsrailê ên ku ji 7’ê Cotmehê ve li ser Xeza destpêkir û sivil dikin hedef de hêjmara rojnamegerên ku jiyana xwe ji dest dane giha 46’an.

Navenda Nûçeyan- Bilançoya êrîşên Îsrailê ku ji 7’ê Cotmehê ve sivil û cihên bicihbûnê dike hedef de her ku diçe girantir dibe. Li gora daxuyaniya dawî a Ofîsa medyaya hikumetê a li Xeza; di êrîşên Îsrailê de hêjmara kesên ku li Xeza ji 7’ê Cotmehê heta niha jiyana xwe ji dest daye 3 hezar û 900 jê zarok, 2 hezar û 509 jin jî di nav de giha 9 hezar û 500’an. 

Nexweşxane, dibîstan ziyan dîtin û bi hezaran avahî hilweşiyan

Di êrîşan de 55 migeft, 3 zanîngeh, 3 dêr, 3 avahiyên girêdayî wezareta komeleyê, 16 nexweşxane, 32 ocaxên tendirûstiyê, 27 ambulans û 105 navendên tendirûstiyê ziyan dîtin. Di êrîşa ku 40 hezar avahî bi temamî hilweşiyan, 220 hezar avahî û 88 avahiyên hikumetê ziyan ditiye yan jî hatiye halê ku nayê bikaranîn.  Li 220 dibîstanan hate xistin û ev dibîstan 60 jê bi temamî ji derveyî xizmetê hatin hiştin.

46 rojnameger jiyana xwe ji dest dan

Li aliyê din cardin li gor daxuyaniya ofîsa medyayê diyarkir ku di êrîşên Îsrailê de 46 rojnamegeran jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hinek rojnameger ji ber topbaranê hilweşîna malên wan li gel malabata xwe jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku ragihandina Filistinê a ku qetliama gelê Filistinê ji aliyê Îsrailê ve radigihîne bi armanca tunekirinê bi zanabûn avahiyên saziyên ragihandinê ên Filistinê tê hilweşîn, endamên ragihandinê tên kuştin, binçavkirin, malên rojnamegeran bi zanabûn dikin hedef.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dagirker bi giştî sivîlên Filistinê, bi taybet sucên ku li dijî endamên rojnameger tên kirin, dagirkera bi xwîn, terora sistematik a li beramberî rojnamegerên Filistinê tê teyîsandin.” Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku ji ber sûcê şer ê li beramberî endamên ragihandina Filistinê, divê Îsrail di dadgeha navnetewî de were darazandin û cih da navên 4 jin û 46 rojnamegeran.