Di êrîşa Îsrailê de 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest dan

Îsrail li Lubnanê êrîşî erebeyek ku sivil têdebûn kir, hat zanîn ku divê êrîşê de 3 jê zarok 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Nûçeyan- Hat zanîn ku Îsrailê li Lubananê erebeyek a sivîlan ku 3 zarok di navde bûn kir hedef. Ajansa fermî a Lubnanê NNA diyarkir ku li Başûrê Lubnanê li derdora qezaya Aynata erbeyek ku li ser rê bû ji aliyê Îsrailê ve hate hedefgirtin. Di nûçeyê de hate destnîşan kirin ku di erebeyê de 3 zarok, 1 mêr û jinek hebû.

Hate bibîrxistin ku di êrîşa balafira bê mirova (ÎHA) de di erebeyê de zaroka ku herî mezin 14 salî û 3 xuşk û bira û pirîka wan jiyana xwe ji dest daye. Dayîka zarokan jî bi giranî birindar bûye.

Di nûçeyên ku di ragihandina Lubananê de derket hat diyarkirin ku erebe bi temamî şewitiye, zarok jî di navde hemû kesên ku di erebeyê de jiyana xwe ji dest dane.