18 rêxistinên girêdayî NY’ê ji bo ‘Xezayê’ bang kirin: Êdî bes e

Di daxuyaniya hevpar a rêxistinên UNICEF û WHO’yê jî di nav de wiha hate gotin: “Demildest pêwîstî agirbesta mirovî heye. Bû 30 roj. Êdî bes e.”

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja xwe ya 30’emîn de berdewam dike. 18 rêxistinên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên sivîl banga 'agirbesta mirovî' kirin. Di daxuyaniya ku hate gotin,“Demildest pêwîstî agirbesta mirovî heye. Bû 30 roj. Êdî bes e” de, hate teqez kirin ku ji zêdebûna hejmara miriyan a lêzûbez ‘fikar dijîn’.

18 rêxistinên ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), Yêkitiya Jinan a NY’ê, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP) jî di nav de cih digre, xwestin demildest alîkarî bigihîjê Xezayê. Di daxuyaniya ku hate gotin: "Nêzîkî mehekê cîhan bi şok û xof rewşa ku li Îsraîl û herêmên Filistînê yên dagirkirî tê jiyîn temaşe dikin" û hat diyarkirin ku divê hiqûqa mafên mirovan were pêkanîn. Di daxuyaniyê de hat balkişandin ji bilî bêparhiştina gelê Xezayê ya maf û xizmetan, bombebarankirina cih, stargeh, nexweşxane û cihên îbadetxanê nayê qebûlkirin.

UNRWA: 88 xebatkarên me hatin qetilkirin

Di daxuyaniya ku ji aliyê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Penaberên Filistînî (UNRWA) ve hate dayîn de, hate ragihandin ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve ya li ser Xezayê 88 xebatkarên wan hatiye qetilkirin. Di daxuyaniya ajansê de wiha hate gotin: "Ev, hejmara herî zêde ya personelên ku heya niha tenê di pevçûnek de hatiye tomar kirin e.”

Ji Îranê name: Bikevin nava tevgerê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan jî, ji bo şermezarkirina êrîşên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê, ji bo hiqûqa navnetewî pêşî li dubarekirina binpêkirinên giran bigre û ji bo girtina tedbîrên lezgîn, name ji saziyên navneteweyî re şand.

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Karên Derva ve der barê nameyê de hat dayîn de, hate diyar kirin ku Huseyîn Emîr Abdullahiyan ji Sekreterê Giştî yê NY û Rêxistina Hevkariya Şanghayê (Şanghay) û wezîrên karên derve yên 5 welatên endamên BRICS re name şandiye.  Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin, Huseyîn Emîr Abdullahiyan ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê SCO’yê Zhang Ming û wezîrên derve yên 5 welatên endamên BRICS (Brezîlya, Rûsya, Çîn, Hindistan û Afrîkaya Başûr) re nameyên cuda şandiye û xwestiye civaka navneteweyî ji bo rawestandina kiryarên Îsraîlê yên li dijî Xezayê bikevin nava tevger e.

Huseyîn Emîr Abdullahiyan di nameya xwe de êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê wek 'sûcê şer' bi nav kir û hişyarî da ku ger civaka navneteweyî nekeve nava tevger e, li Xezayê karesateke mirovî ya mezin bê jiyîn.