Di erdhejê de 36 hezar û 187 kesan jiyana xwe ji dest da
AFAD’ê diyar kir ku di encama erdhejên ku navenda wan Mereş bû 36 hezar û 187 kesan jiyana xwe ji dest daye. Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan wê biçe Bazarcixa ku qeyûm danîne ser koordînasyona alîkariyên HDP û beşdarî xebatan bibe.
Navenda Nûçeyan- Serokê Rêveberiya Karesat û rewşên acîl (AFAD) bilançoya herî dawî ya erdhejê aşkera kir. Li Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Adana, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt ku ji erdehej bi bandor bûne hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane bû 36 hezar 187.
Li Amedê 15 kes hatin girtin
Li Amedê ji ber erdehê 394 kesan jiyana xwe ji dest dane, ji ber hilweşînên avahiyan û mirina mirovan serdozgeriya komarê ya Amedê di çarçoveya lêgerînê de 39 kes girtine binçavan. Ji 39 kesên ku sewqî sedozgeriyê kirine 22 jê ji ber tedbîra kontrola edlî de hatin berdan. 2 kesan piştî ku îfade dan serdozegriyê hatin berdan û 15 kes jî hatin girtin.
Li Amedê 23 avahî hilweşiyan ji van avahiyan di 6 avahiyan de 394 kesan jiyana xwe ji dest dan, 902 kes birîndar bûne. Tê îdiakirin ku di bin kavilên sîteya Diyar Galeriya ya li Yenîşehîra Amedê hê cenazeyên 20 kesan mane.
Pervîn Buldan wê biçe Bazarcixê
Li navçeya Bazarcixa Mareşê ku navenda erdhejê ye, Partiya demokratîk a Gelan (HDP), rêxistinên civaka sivil û weqfên herêmî ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê li navenda alîkariya Hasankoca alîkarî kom kirin, qeyûm avêtên ser wan alîkariyan. Tevî hemû astengiyan HDP, rêxistinên civaka sivîl û weqfên herêmî alîkariya ji bo mexdûrên erdhejê berdewam dikin.
Hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, piştî serdana Dîlok û Îslahiyeyê wê biçe Bazarcixê. Di bin serokatiya Pervîn Buldan de berdevka partiyê Ebru Gunay, berdevka Meclisa jinan Ayşe Acar Başaran, parlamenter, endamên navenda koordînasyona krîzê û şandeya ku dilxwaz jî di nav de ne wê beşdarî xebatên belavkirina alîkariyan li Bazarcixê bibin.
Kampanyaya ‘Mala min Mala te ye’
Rêxistina navçeya Amedê ya HDP’ê ji bo li bajar pirsgirêka bicihbûnê çareser bike û li dijî nirxên bihayê zêde yê kiriya malan kampanyaya bi navê “Mala min mala te ye” da destpêkirin. HDP’ê ji gelê bajar xwest ku deriyê malên xwe ji bo mexdûrên erdhejê vekin û bang kir ku xeta hevgirtinê bi hêz bikin, bi hev re ser bixin.
HDP’ê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal der barê kampanyayê de wiha got: “Amedê her dem birînên xwe bi hevgirtinê pêça. Ji ber erdhejê, zêdekirina kêriya malan, em gelek xemgîn kirin. Ya ku dikeve ser milên me ew e ku em bibêjin “Mala min mala te ye”, van rojên zehmet em dest bidin destên hev û bi hev re derbas bikin. Em bihevrebûna xwe bi hêz bikin û divê helwesta me ya li hemberî mazlûman berdewam bike. Em ê bi hev re bi ser bixin.”