Di doza destdirêjiya jina ji sedî 73 astengdar de hat gotin ku "riza"wê heye

Dadgeha Îzmîrê bersûcên ku di doza destdirêjiya ya li dijî jineke ji sedî 73 astengdar ye, bi hinceta ku jin “riza” wê heye beraat kir.

Navenda Nûçeyan- Dadweriya Tirkiyê careke din biryara mêran da. Dadgeh di dozên destdirêjiya zayendî de lêpirsîna 'rizaya jinan' didomînin. 

CC yê 20 salî ku li Îzmîrê ji ber nexweşiya derûnî ji sedî 73 astengdar e, bi daxwaza 'Êrîşa zayendî ya bi zincîrkirî' û 'ji  azadiyê bêpar hiştin' der barê H.Ş.  de doz hat vekirin û heta 52,5 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.

Bûyer di 16’ê Cotmeha 2022’an de pêk hat. Hat îdiakirin ku H.S.  C.C, yê ku li rawestgeha otobusê nas kir, bir mala xwe. Li vir C.C ji aliyê H.S.  we ve hat destesekirin û rastî destdirêjiyê  hat. C.C a ku ji malê derket çû cem polês û rewş vegot. Di îdianameya ku di dawiya lêpirsînê de hat amadekirin de hat diyarkirin ku H.Ş sûcdariyên der barê xwe de red kiriye.

Beraet kir

Di dawiya dozê de biryar hat dayîn. Dadgehê di bûyerê de li delîlên şênber geriya û hat qenaeta ku jin ji vê têkiliyê razî bûye. rûxmê ku C.C ji sedî 73 ê  astengdar e jî, ji ber sûcê sûcdarkirinê nehate dîtin der barê bersûc de biryara beraate hat dayin