Di çalakiya ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê de 39 kes hatin binçavkirin

Polîsan êrîşî daxuyaniya çapemeniya ÎHD’ê ya Şaxa Edenê ya ji bo piştevaniya Dayikên Şemiyê kir, 4 parêzerên ku beşdarî çalakiyê bûn jî di nav de 39 kes binçav kirin.

Navenda Nûçeyan- Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD)’a Edeneyê ya Komeleya Mafên Mirovan piştevaniya çalakiyên Dayikên Şemiyê ya hefteya 959’an li qada Galatasaray tên astengkirin, polîsan êrîşî çalakiya wan kir. Nûnerên ÎHD’ê, hemwelatiyên ku ji sendîkayên cuda yên Edeneyê pêk tên li parka Înonuyê kom bûn. Girseya ku polîsan asteng kir, bi derbkirinê hatin binçavkirin. Hemwelatiyên ku li dijî binçavkirina helwestên xwe diyar kirin polîsan mudaxeleyî wan kir û bi zorê ji parkê derxistin.    

Di nav 39 kesên ku hatin binçavkirin de serokê ÎHD’a Edenê parêzer Yakup Atal, nûnerê navenda ÎHD’ê Parêzer Îlhan Ongor, nûnerên ÎHD’ê Belgîn Işik, Havîn Olmez, Azîz Sari, Osman Filîztek, Teberdar Elîk, Serokê Egîtîm Sena Edenê Huseyn Kaya, serokê SES’a Edenê Dr. Enîs Akyuz, serokê Haber Sena  Edenê Ahmet Aydozan, serokê Tum Bel Sena Edenê Mehmed Çelîk, Hevseroka bajar a HDP’ê Helîn Kaya, rêveberên HDP’ê Saniye Seçgîn, Taylan Çelîk, Nezîr Algel, Nîhat Doganer, Çetîn Eye, Nuran Ozdeş, Ahmet Akdogan, Aydin Varol, Şukran Efeturk, Osman Guven, Nîmet Tekîn, endamê Partiya Kedê Parêzer Tugay Bek, serokê bajar a TÎB Hakan Çaya, berdevkê platforma hawirdorê ya Edenê Yaşar Gokoglu, Zekî Sekîn, Hamît Çelîk, Helîn Yaşr, Huseyin Karabulut, Onurcan Girbuz, Ahmed Kaya jî hene.