Di bin êriş û ambargoyê de li ber xwe didin

Gelê li Şehbayê di kampên de dijîn, ji ber êrişên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî û her wiha ji ber ambargoya ku ji aliyê rejîma Sûriyê ve tê pêkanîn, di dabînkirina pêdiviyên xwe yên bingehîn de jî zehmetî dijîn.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba - Şervanên YPG û YPJ’ê di sala 2016’an de beşek ji Şehba ji çeteyên Cebhet El-Nusra û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê rizgar kir. Di sala 2018’an de dema Tirkiyeyê dest bi dagirkirina Efrînê kir, sînorên Şehba hat guhertin û ji aliyekî wê re çeteyên girêdayî Tirkiyeyê, ji aliyê wê ya din re jî çeteyên girêdayê rejîma Şamê hatin bicihkirin. Li herêmên ku ketin di bin kontrola çeteyan de, ji gel re amborgo tê pêkanîn û ji dabînkirina pêdiviyên gel re destûr nayê dayîn.

'Zivistanek dijwar li benda me ye'

Ji Kampa Şehba Fatima Abdo bi van gotinan tiştên dijî vedibêje: “Bi hatina zivistanê re, bi taybetî di hewaya baran û berfê de em çiqas hewl bidin xwe biparêzin, em neçar dimînin bi gelek zehmetiyan re têbikoşin. Hewldana me ya çêkirina xaniyek bi ax û keviran jî bê serkeftî bû. Yên ku me bi koçberkirina cihên me terkî van şert û mercan kirin û dabînkirina me ya pêwistiyên xwe yên bingehîn asteng dikin, pêkanîn ku di tu dîn û aqil de neyên qebûl kirin pêktînin. Pirsgirêka dahatê aliyekî, stargeheke ku em bi zarokên xwe re bi awayekî ewle bijîn jî nîne.Zivistanek dijwar li benda me ye, dvê zivistanê ne tenê zarok, kal û pîr jî dê bi bandorebûnek xirab nexweş bikevin.”

Nişteciha kampê Amîna Hesen a daxwaza parastina pêdiviyên jiyanî yên mirovan dike û wiha dibêje: "Zivistan êdî ji bo me derveyî êş û trajediyê tiştekî din îfade nake. derbasbûna ava baranê ya ji konên me re, nebûna îzolasyonê parastina konên me ji bayê xurt, diçizira ava kanalîzasyonê û gelek zehmetiyên din me pir xirab bandor dike.”

Bi taybetî zarok di xetereyê de ne

Cemîle Nabo ya anî ziman ku hem di demsala havîn û hem jî zivistanê de zehmetiyên dijîn jî yek ji nişteciha kampê ye. Jamila Nabo wiha axivî: “Çi navîn be, çi zivîstan be, êşa me bi dawî nabe. Zivîstanê ji ber sarmayê, kêmasiyên derman û germbûnê bi taybetî zarokên me rastî gelek nexweşiyan tên. Kon ji plastîkê tên çêkirin û tevahiya roj nikarin germ bibin. Ji ber ambargo û bihabûna fiyatan, di dabîn kirina mazot, gaz û melzemaya tenduristiyê de zehmetî dijîn.”

'Em nikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin’

Ji jinên sûka Şehbayê Gulîzar Osman jî balê dikişîne ser buhayên bilind û wiha dibêje: "Li vir ji ber buhaya mazot û melzemeyên xidayê em nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin. Ez bi hevjinê re xwe zivîstanê di sermayê de, havînên ji di bin tava germ de, hewil didim dahat xwe dabîn bikim.”