Di 25’ê Mijdarê de li Semsûrê tundiya ku zêde dibe wê bê teşhîrkirin!

Li Semsûra ku hê jî bermahiyên avahiyan nehatine rakirin û xebatên hilweşandinê berdewam dikin, amadekariya 25'ê Mijdarê tê kirin. Meclisa Jinan a KESK'ê li dijî zêdebûna tundî û pirsgirêkên tenduristiyê dê bi jinan re di nava hevgirtinê de be.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li Semsûra ku piştî erdhejên navenda wan Mereş bû 8 meh in birîn nehatine pêçan, jin 25’ê Mijdara îsal di kon û konteyniran de pêşwazî dikin. Jinên mezdûrên erdhejê ku ji kêliya ewil a erdhejê ve hewl didin jiyanê ji nû ve ava bikin ev 8 meh in di lêgerîna nîzamek de ne, di vê heyamê de rastî her cure tundiyê hatin. Li dijî tundiyê tedbîrên bi bandor û mayînde nehatin girtin, jinên endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de dê li bajêr li hev bicivin, wê li herêmê xebatên hay jê hebûna tundiyê û kontrolkirinên tenduristiyê bimeşînin. Jinên ku dê li bajarên konteynir û konan xebatê bimeşînin, bi bîr xistin ku ew jî mexdûrên erdhejê ne û bal kişandin ser girîngiya hevgirtinê.

Jin bi tundî nexweşî bicihbûn û pirsgirêkên paqijiyê re têdikoşin!

Em bi endama Meclisa Jinê ya KESK'ê û Sekretera Jinan a Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Şaxa Semsûrê Rengîn Kiliç re der barê pirsgirêkên jinan ên li bajêr û bernameya 25'ê Mijdarê de axivîn. Rengîn Kiliç, bal kişand ku jin rastî tundiya aborî, fizîkî û derûnî tên û der barê  pirsgirêkên mal û tenduristiyê yên li bajêr de jî axivî. Rengîn Kiliç, diyar kir ji erdhejê vir ve jinan têkoşîna nîzamê bi pêvajoyên şînê re kirine yek û destnîşan kir ku ji ber vê sedemê jin nikarin der barê tundiya pê re rû bi rû dimînin de jiyanê bi şiyarî bijîn. Rengîn Kiliç, diyar kir ku jin ji ber pirsgirekên cidî yên hem di warê jiyanê de hem jî di warê bicihbûnê, guh nadin tundiya ku li dijî wan zêde bûye û diyar kir ku a jinan dikşîne nava vê rewşê pergala heyî ye.

‘Dê li dijî zêdebûna tundiyê xebatên hay jê hebûnê bidomin’

Rengîn Kiliç, diyar kir ku li dijî tundiyê jin bêdeng û bê gilî ne û jinên penaber jî ji ber gefa ku dibînin nikarin tundiya li dijî wan tê kirin gilî bikin û wiha got: “Tundî tenê aliyekî vê pêvajoyê ye. Di nava 8 mehan de cureyên tundiyê hem cuda bûn, hem jî pir berfireh bûn. Ji ber ku ev pêvajo ji aliyê tu kesê ve nayê şopandin, tu parastin û tedbîrên pêşigirtina tundiyê nehat girtin. Îro jin, bi taybetî di warê aborî de rastî tundiya fizîkî û derûnî tên. Ev rewş jî tenê di nava cihekî de pêk te. Bi venegotina tundiyê re tundiya li kon û konteyneran, didome. Dema ev rewş bi pêş dikeve, tundî jî tê meşrûkirin û pergalîkirin. Hay jê hebûna jinan û civakê ya di vê mijarê de bi demê re kêm dibe.”

'Dê têkildarî pirsgirêkên tenduristî û civakî xebat bên meşandin’

Rengîn Kiliç, diyar kir ku ew ê ji bilî tundiyê ji bo pirsgirêkên tenduristiyê jî li qadê xebatê bimeşînin û da zanîn di çarçoveya bernameyê de dê pêşangeha fîlm û daxuyaniyên çapemeniyê jî bên dayîn. Rengîn Kiliç der barê bernameya hefteyî de ev agahî dan: “Em ê jî bi hefteya 25’ê Mijdarê re balê bikşînin ser tundiya ku zêde dibe. Ev karesata xwezayî ya di nava xizaniyê de hat jiyîn, tundiya li ser jinan zêde kir. Têkildarî vê mijarê xebatên me çêbibin. Dîsa li bajêr pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hene. Bi taybetî jî ji ber ku jin nikarin di mercên paqij de bijîn û ava paqij tune ye, bi nexweşiyên enfeksiyonê re têdikoşin. Em ê kontrolên tenduristiyê bikin û ji bo zêdekirina van xebatan, karê xwe bimeşînin. Hem ji bo jinan hem jî ji bo me pêvajoyek pir zehmet e. Ji ber ku li holê bûyerekî ku em bibêjin tenê ev heye, tune ye. Vê pêvajoyê bi xwe re pirsgirêkên pir giran anî. Ên ku van pirsgirêkan dijîn jî jin in.”

'Armanca me hêvîdayîna jinan e’

Rengîn Kiliç, diyar kir ku armanc dikin bi xebatên xwe piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhejê re zêde bikin û wiha got: “Niha pêvajoyeke şînê ya jinan heye. Xizaniyek cidî ya şert û merc bi xwe re tînin heye. Em ê balê bikşînin ser vê tundî, xizanî û tunebûna mafên herî bingehîn û der barê jiholêrakirina van pirsgirêkan de di nava hevgirtinê de bin. Di v dema ku em hê di pêvajoya şînê de ne, em dixwazin bi 25’ê Mijdarê re ji jinan re bibin hêvî. Em ê dakevin qadan û bi wan bidin hîskirin ku ew ne bi tenê ne."

'Hevgirtin me li ser piyan digre’

Rengîn Kiliç, destnîşan kir ku di vê çarçoveyê de hevgirtina ku ji derve bê jî gelekî girîng e û bal kişand ku dema hevgirtin li ser bingeha çareseriyê be dê bi bandortir be. Rengîn Kiliç herî dawî wiha got: “Xuyabûn me zindî dike û hêviyê dide me. Hevgirtina di vê xalê de tê kirin pir girîng e. Em rewşeke ku bêtir ji xebatê fam bike û di xala çareseriya mayînde ya pirsgirêkên heyî de çareseriyan ava bike, dixwazin. Ev tora hevgirtinê bi me dide hîskirin ku em ne bi tenê ne. Dîsa dibe sedem ku dengê me bilind derbikeve.”