Di 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê de sê jinên şoreşger hat bibîr anîn

Bi boneya 10’emîn salvegera komkujiya Parîsê ya 9’ê Çileyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê li seranserê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û meş hatin lidarxistin, pêşengên têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin bibîr anîn. Di çalakiyan de hat destnîşankirin ku kiryarên komkujiyan de diyar e û banga hat kirin dewleta Fransayê ji bo darizandina berpirsiyaran bi erkê xwe rabe.

Şehba

Bi dirûşma "Li hember komployan; Jin, Jiyan, Azadî" Kongra Star a Efrîn-Şehba bi boneya salvegera 10'emîn a komkujiya Parîsê ku di 9'ê Çileya 2013'an de pêk hat û di encama komkujiyê de yek pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan jiyana xwe ji dest dan, meşekî li darxistin. Meş ji destpêka navçeya Ehdas a kantona Şehbayê heya qada gundê Maratê ya li navçeyê berdewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgerên ku di komkujiya Parîs a yekemîn û duyemîn de jiyana xwe ji dest dan hatin hildan.

Bi rihê Sakîne em ê komploya têk bibin

Piştî ku meş bi dawî bû li qada gûndê Maratê ya navçeya Ehdasê veguherî mêtîngê. Piştî yek deqe rêzgirtinê Endama Koordinasyona Kongra Star a Efrîn-Şehbayê Gulê Mihemed axivî. Gulê Mihemed komkujiya 9’ê Çileyê ya li Parîsê pêk hat şermezar kir û wiha vegot: "Em pakrewanên komkujiya Parîsê ya 9'ê Çile pêk hatiye bi bîr tînin û kujerên vê komkujiyê bi tundî şermezar dikin. Di şexsê Sakîne Cansiz de xwestin komploya ser Rêber Apo bidomînin û tevgera azadiya tune bikin. Em ê li dijî hêzên komploger ên desthiladar serî hildin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê bi rihê Sakîne û rêhevalên wê ve komployan têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin."

Meş bi dirûşmên "Şehîd Namirin" û "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.

Qamişlo

Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ber Navenda Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma “Bi ruhê têkoşîna Sara û Evînan em ê kujeran têk bibin” daxuyaniyek da çapemeniyê. Her wiha bi pêşengiya Saziya Malbatê Şehîdan yê Qamişlo Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin bibîr anîn.

'Bi taybetî jin hedef tên girtin'

Di daxuyaniya ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hat dayîn de her du komkujiyên li Parîsê hatin şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em her sal 3 jinên Kurd ên pêşeng ên di 9’ê Çile de bi awayekî siyasî hatin qetilkirin bi bîr tînin. Ev sûîqest bi armanca ku di dema çareserkirina pirsgirêka kurd de diyalog bê sekinandin hat kirin. Têkoşîna rêheval Sakîne Cansiz ne tenê li dîjî jinên Kurd, li dijî jinên cîhanê bû. Heta niha berpirsên vê komkujiyê ji aliyê Fransayê ve nehatine eşkerekirin. Armanca bingehîn a rejîmên faşîst û paşverû li ku dibin bila bibin pêşengên jinan hedef digirin. Bi sedan jin li dijî pergala baviksalarî têdikoşin. Ev jin bi taybetî tên hedefgirtin."

'Divê kiryar bên eşkerekirin'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku rejîmên faşîst ên bi pêşengiya Tirkiyeyê gelek komkujiyên li ser pêşengên jin berdewam kirin û wiha hate gotin: “Ev yek israra jinan a ji bo valakirina naveroka pirsgirêka Kurd bi desteserkirina nasnameyan piştrast dike. Divê civaka navneteweyî û Fransa berpirsyarên van komkujiyan eşkere bikin.”

Malbatên Şehîdan sê jinên şoreşger bi bîr anîn

Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo jî ji bo bibîr anîna sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin semînerek dan.

Piştî qeqeyek rêzgirtinê, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Hêvî Esed axivî û got: “Amadebûna bi sedan mirov îro ji bo bîranîneke bi êş ji bo me, bi wate ye, ev yek tê wateya hevgirtina me wekî gel di rewşên wiha de. Bêguman ev ne cara yekê ye ku dijmin komkujiyan pêk tîne û jinên me yên pêşeng dike armanc. Em bi tekezî dibêjin ku em bi komkujiyan lawaz nabin, em hîn bêtir hêz digirin û ruhê me yê tolhildanê gur dibe. Peyama me jî ew e ku em ê bi gelê xwe bêwestandin li pey serkeftina şoreşa xwe bibezin û dê her tim serkeftin a me be.”

Çalakî bi pêşandana sînevîzyonê li ser sê jinên şoreşger bi dawî bû.

Hesekê

Şêniyên navçeyên Til Temir, Zirgan, Dirbêsiyê, Hol, Şedadê, Erîşa û bajarê Hesekê li Qada Şehît Arîn Mîrkan a taxa Mişêfrê a bajarê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin cem hev û meşeke girseyî li dar xistin. Meş di bin dirûşmeya "Bi ruhê têkoşîna Sara û Evînan ew ê misogeriya azadiya jin pêk be" dest pê kir. Di meşê de dirûşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Meş li qada Şehîd Delîl rawestiya û veguherî mîtîngê.  

‘10 sal in kujer tên veşartin’

Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Rîhan Loqo axivî û wiha got: "Li ser komkujiya ku li Parîsê çêbû û di encamê de sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla jiyana xwe ji dest dan 10 sal derbas dibin û heya niha bêdengiyek navneteweyî heye ku heya niha sûcdar nehatiye eşkerekirin û tê veşartin. Wekî gelê em yê azadîxwaz, rewşenbîr, dostên me, nivîskar, sosyalîst û dilsozên azadiyê em ê her tim li qadan bin heya ku kujerên her du komkujiyên Parîsê eşkere bikin.”

Rîhan Loqo got her ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’li cîhanê belav dibe û pê re jinên cîhanê di bin vê dirûşmê de dibin yek, asta êrîşên dewleta tirk, hêzên hegemon û desthilatdar li dijî têkoşîn û şoreşa jinê zêdetir dibe û wiha domand: “Bi hezkirina Sara şoreşa jinê deng veda û dirûşma "Jin jiyan azadî" pêre dest pê kir ku îro bûye dirûşmeyekê navneteweyî û jin berxwedanekî dîrokî didin meşandin. Em ê bi ruhê Sara û Evînan hemû armanc û xeyalên ku danîbûn pêşiya xwe nîvço nehêlin û ji bo pêkanîna wê têkoşîna xwe mezintir û bilindtir bikin."

‘Divê Fransa kujerên her du komkujiyan eşkere bike’

Rîhan Loqo bi vê peyamê dawî li axaftina xwe anî: "Me komkujiya yekê qebûl nekir û em ê ya duyemîn jî qebûl nekin, em ê her tim li qadan bin heya ku kujer ji raya giştî re were eşkerekirin. Êdî bes e ji îxaneta dewletên navneteweyî ji pêşengên şoreşa jinê re. Eger Fransa kujerê komkujiya yekemîn eşkere kiriba wê komkujiya duyemîn pêk nehatiba. Eger Fransa dixwaze xwe ji bin vê komkujiyê derbixe û destê xwe jê bişo divê ku kujerê her du komkujiyan ji raya giştî, gelê Kurd, dostên wan, dilsozên azadiyê û jinên azad re eşkere bike."

Meş bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.  

Kobanê

Kongra Star ya Herêma Firatê, bi dirûşma "Bi rihê Sakîne û Evînan em ê hesab ji kujeran bipirsin" meşek girseyî li darxist. Meşa ku dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ lê hatin berzkirin ji qada Jina Azad destpêkir heyanî qada Aştiyê dom kir.

Di meşê de Koordînasyona Kongra Star Zozan Bekir axivî, komkujiyên Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an û 24’ê Kanuna 2022’an pêk hat şermezar kir û wiha got: “Gelê Kurd ji qadên têkoşîn û berxwedanê bersiv didin kujeran. Sakîne Cansiz bi salan bû rêhevala Rêber Apo û bi rihekî tekoşer di dilê her mirovekî de cîh girt, ji hemî gelê Kurd re got ku em ê bi îradeya xwe, bi hêza xwe ser bikevin.”

Piştî bi dawîbûna meşê jinan  nêrîn û helwesta xwe ya li dijî komkujiya Parîsê anîn ser ziman.

‘Em li ser şopa heval Sakîne dimeşin’

Endama Şaredariya Kobanê Xedîca Mihemed wiha got: “Em îro ji ber komkujiya Parîsê ya yekem li qadan e, lê dîsa komkujiyek din li Parîsê hate dubarekirin. Dema Kurdek tê qetilkirin hemû dewletên navnetewî xwe bêdeng dikin. Ger beriya deh salan devlet Fransa komkujiya yekem ya heval Sakîne û hevalên wê jiyana xwe ji dest dan ronî kiriba, îro komkujiya duyem ne dihat jiyandin. Lê em dibêjin ku tekoşîna heval Sakîne hîn jî didome em her tim li ser şopa wê ne.”

'Armanc ew e ku vîna jina Kurd tune bikin'

Hevseroka Buroya Enerjî ya herêma Firatê Eyşa Nasir a beşdarî meşê bûbû jî komkujî şermezar kir û got: “Salvegera 10'emîn ya komkujiya Parîsê ku Sakîna Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan hatin qetilkirin ji bo me êşek mezin e, lê belê em ji tekoşîna sê şoreşgeran hêzek mezin digirin. Devleta Tirk bi hedefgirtina jinên pêşeng dixwaze hêza gel bişkine, lê em ê jî her tim li qadan bin û bersiv bidin devleta Tirk. Ji ber ku em bi felsefeya Rêber Apo mezin bûne.”