‘Dewleta Tirk ji bo têkoşîna azadiyê bitepisine jinên azadîxwaz dike hedef’
Xwişka Emîne Kara, Zeynep Kara diyar kir ku ew jineke jehatî bû, di 13 saliya xwe de ji bo Kurd û azadiyan jinan dest bi xebatê kir.

Silêmanî - Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil di 23’yê Kanûna 2022’yan de bi êrîşeke çekdarî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya Ahmet Kaya hatin qetilkirin .
Îro merasîma pêşwazîkirina cenazeyê Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara) li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin, jin û azadîxwaz, çalakvan û xelkê bajarê Silêmaniyê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ wê ber bi Qendîl ve oxir kirin.
Xwişka Emîne Kara û çalakgerên ku beşdarî merasîmê bûn ev komkujî şermezar kirin, behsa jiyan û têkoşîna Evîn Goyî bi nasnav Emîne Kara kirin.
‘Evîn di riya têkoşînê de şehîd bû’
Xwişka Emîne Kara Zeyneb Kara spasiya hemû kesên ku beşdarî mersîma pêşwazîkirina cenaze bûne kir û wiha got: “Em dewleta Fransayê şermezar dikin. Şehîd Emîne tenê ne xwişka min bû, ya hemû Kurdên welatparêz bû. Emîne xebatek ji dil û rast dikir û ji bo gelê Kurd û her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşiya. Şehîd Emîne jinek kêfxweş bû di 13 saliya xwe de ji bo zadiya gelê Kurd û azadiya jinan dest bi xebatê kir, dewleta Tirk li pey jinên têkoşer û pêşeng e, ji ber wê her dem wan dike armanc. Şehîd Emîne jî weke Sakîne û hevalên xwe ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê bûn hatin hedefgirtin.”
‘Dewleta tirk dest avêtiye welatên din û têkoşeran qetil dike’
Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza diyar kir ku êrîşên li ser gelê Kurd ne tenê li ser gelê Kurd, li ser tevahî mirovahiyê ne û got: “Welatên ji derve ji bo gelê Kurd ne bi ewle ne. Tirkiye li çar parçeyên Kurdistanê azadîxwazan qetil dike, bi vê jî nasekine, li welatên derve jî Kurdan qetil dike û dike hedef. Ger xebata şehîd Emîne Kara û hevalên wê nebûye, niha DAIŞ dê hebûya. Divê were aşkerekirin yên ku êrîş û komkujiyê li hemberî gelê Kurd dikin kî ne û armanca wan çi ye. Ew welatên ku komkujiyan şermezar dikin divê berpirsyariya xwe bi cih bînin.”