‘Dewlet nikare berpirsyariya parastina zarokan dewrî tu kesî û pêkhateyek bike’

Ekîba Koordînasyona Sivîl a Zarokan ya Afetê, li ser "pêşniyara zewacê" ya Diyanetê ya der barê zarokên di bin parastinê de daxuyaniyek da.

Navenda Nûçeyan - Ekîba Koordînasyona Sivîl a Zarokan ya Afetê, li ser daxuyaniyên "zewacê" yên Diyanetê, daxuyaniyek da û got, "Em şopdanerên zarokan in."

Di daxuyaniya ku hate gotin, "Dewlet ne tenê berpirsyarê ewlekariya zarokên bê refakat û yên nasnameyên wan ne hatine tespît kirine ye, ya hemû zarokan e”, bi taybetî balkişand ku dewlet nikare berpirsyariya xwe parastina zarokan dewrî tu kesî û pêkhateyan bike.”

'Teşwîqkirina sûc e’

Di daxuyaniya ku hate gotin, "Daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê ya ku li ser mijara ewlad girtina zarokan, êrîşa zayendî ya zarokan asayî nîşan dide, li dijî Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê û Qanûna Parastina Zarokan e û li gorî Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê teşwîq kirina sûc e” hate diyar kir ku Serokatiya Karûbarên Diyanetê jî di nav de tu sazî nikare li dijî qanûnan gotin û çalakiyan pêkbîne.

Çi bûbû?

Du erdhejên mezin ku li Mereşê pêkhatin, li 11 parêzgehan bû sedema hilweşandîne.Derket holê ku herî kêm 20 zarokên ku malbatên xwe winda kirine û bê refakat mane ji aliyê Weqfa Alîkariya Însanî ya ÎHH ya ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tê naskirin li vê malê hatine bicihkirin. Rayedarekî Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku piştî îxbara mijata gotinê personelên wezaretê bi ekîbên polîsan re çûne vîllayê û hat hînbûn ku avahî aîdê midûra ÎHH’yê ya bi navê Aynur Akdenîz e. Wezaretê diyar kir ku Aynur Akdenîz û 20 zarokên Sûriyeyî yên mexdûrên erdhejê û 7 dayik berê jî li navçeya Kirikhan a Hatayê bi komeleyê re di nava têkiliyê de bûne.

Her wiha Diyanetê ji pirsa "Gelo zarokên mexdûrên erdhejê dikarin bên ewlad girtin?” re bersiva bi zaroka ewlad tên girtin re “zewac” dikare bê kirin da.