Destana Şerê Gelê Şoreşgerî: Şêx Maqsûd

Jinên ku berxwedana Şêx Maqsûd a bajarê Helebê dîtine qala kêliyên berxwedanê kirin û gotin: "Li dijî êrîşan me berxwedanek mezin da meşandin û em bi ser ketin. Li Şêx Maqsûd gelek destan û çîrok hatin nivîsandin."

HESNA MIHEMED

Şehba- Di dîroka 16'ê Sibata 2016'an de 27 komên çete bi serkêşiya koma çeteyê bi navê Cebhet El Nusra êrîşê taxa Şêx Maqsûd a bajarê Helebê kirin. Li dijî êrîşên ku pêk hatin gelê taxê seferberiya xwe ragihand û biryar da ku berxwedana xwe bidomînin, nehêlin ew çete bikevin taxên wan. Ji aliyê şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve êrîş dihatin têkbirin û li dijî wan êrîşan berxwedaneke dîrokî meşandin. Êrîşan 8 meh li dijî taxa Şêx Maqsûd, heya 26'ê Cotmeha 2016'an bênavber berdewam kirin lê di dawiyê de ji aliyê şervanên YPG'ê û YPJ'ê ve hatin têkbirin û hemleya rizgarkirina taxê dest pê kir û bi ser ket.

Ji bo ku ev berxwedanî bi ser bikeve, gel li kêleka şervanên xwe sekinî û ruxmî hemû şert û mercên dijwar ên ku dihatin jiyîn jî dîsa terka berxwedan û taxa xwe nekirin, her dem di nava çalakî û xebatan de bûn.

Jinên ku di Berxwedana Şêx Maqsûd de têkoşîna xwe berdewam kirine nêrînên xwe der barê salvegera 8'emîn a êrîşên li ser taxa Şêx Maqsûd de ji me re anîn ziman û behsa kêliyên berxwedanê kirin.

'Îradeya berxwedanê bi ser ket'

Fatimê Tahêr behsa kêliyên êrîşên çeteyan li ser taxa Şêx Maqsûd dike û wiha dibêje: "Zêdetirî 24 komên çeteyên girêdayî dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe ji sê aliyan ve anîn ser taxên Şêx Maqsûd. Li dijî êrîşên ku pêk hatine me şêniyên taxê biyara berxwedanê da û seferberiya xwe ragihand. Ruxmî dorpêça ku li ser me hatibû danîn û tunebûna pêdiviyan jî dîsa me terka berxwedana xwe nekir û heya dawiyê di taxê de man. Ji ber êrîşên ku pêk hatine derman, nexweşxane, bijîşk û pêdîviyên jiyanî li taxê nedihatin peydakirin. Hebûna me li vir hêşt berxwedana Şêx Maqsûd bi serkeve û tax ji çeteyên dagirkeriyê rizgar bibe. Zêdetirî 6 mehan em di nava top û êrîşên çeteyan de bûn û me hêz ji şervanên xwe digirtin. Tu dewletan an jî cihên eleqedar piştgirî nedan berxwedana me û bi me re nebûn alîkar jî. Taxa Şêx Maqsûd êşên giran kişand. Di nava berxwedanê de me berdêlên herî giranbuha dan û mohra xwe li dîrokê da. Me çendî êş û zehmetî kişandin lê bi serketina berxwedanê, me hemû êşên xwe ji bîr kirin."

'Em li kêleka şervanên xwe disekinîn'

Rehîma Celal Elo jî ku di berxwedana Şêx Maqsûd de ji bo şervanan xwarin amade dikir û berxwedana xwe li kêleka zarokên xwe berdewam dikir ev tişt anî ziman: "Dema ku êrîş pêk hatin em li taxê man û me dev ji malên xwe berneda. Di wê demê de zarokên me di eniyên şer de li dijî êrîşên çeteyan şer dikirin, ji bo ku em piştevaniya wan bikin me wek dayik biryar da ku xwarinê ji wan re amade bikin û li kêleka şervanên xwe bisekinin. Em tu carî di malên xwe de nediman li dijî êrîşan her dem di nava kar û xebatan de bûn. Çi ji me bihata xwestin em amade bûn. Her wiha me birîndarên xwe jî derman dikirin. Şervanan hêz ji gelê xwe digirtin û şer dikirin. Em bi awayê manewî li kêlek şervanên xwe bûn. Ji ber dijwarbûna êrîşan pêdiviyên jiyanî nedihatin peydakirin, ard tunebû me nan çêbikira. Li şûna ku hikumeta Şamê bi me re bibe alîkar, rê li ser me digirt. Me bi hêza xwe berxwedanî li dijî êrîşan bi ser xist."

'Di berxwedanê de me xwe bi rêxistin dikir'

Dîcle Mûrad ku di berxwedana Şêx Maqsûd de kar û xebat dida meşandin û ciwan û jinan bi rêxistin dikir wiha got: "Di berxwedana Şêx Maqsûd de, min kar û xebatên ciwanan dida meşandin. Li dijî êrîşan me rêxistinkirina jin û ciwanan xurtir dikir. Me parastina tax û gelê xwe li kêleka şervanan dikir. Heya em dikaribûn weke jinên ciwan li dijî êrîşan berxwedana xwe domand. Heya vê kêliyê em li Şêx Maqsûd li dijî hemû cureyên tunekirinê berxwedana xwe berdewam dikin û tu carî taxa xwe ji dijmin re nahêlin. Me soz daye xwîna pakrewanên xwe û felsefeya Rêber Apo ku em dev ji axa xwe bernadin û nahêlin dijmin li şûna me bi cih bibin, ruxmî dorpêça ku niha li ser me heye jî dîsa em berxwedana xwe didomînin."