Ji bo nûnertiya siyasî ya jinan bangawaziya çalakiyan hat kirin
Cîgira Hevserokên Meclîsa bajarê Til Temirê ragihand ku ji bo civakeke aram beşdariya jinan a di siyasetê de şert e û bang li jinan kir ku li dijî dûrxistina ji navendên biryarê dest bi çalakiyên protestoyî bikin.
SORGUL ŞÊXO
Til Temir – Di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Sûriyeyê (Meclîsa Gel) de, kêmbûna berbiçav a rêjeya kursiyên ku ji bo jinan hatine veqetandin, fikarên mezin li ser paşeroja nûnertiya jinan di qada biryardanê de derxistiye holê. Ev kêmbûna rêjeyê ne tenê di asta danîna zagonan de ye, di heman demê de qelsbûna rola jinan a di qadên aborî, civakî, ewlehî û leşkerî de jî nîşan dide.
Astengiyên zagonî û paşveçûna rêjeyî
Ji aliyê hiqûqî ve, nebûna mekanîzmayên mîna rêjeya diyarkirî ya ji bo jinan di qanûna hilbijartinê ya Sûriyeyê de, rê li ber watekirina kêm a nûnertiya siyasî ya jinan vedike. Ev rewş rasterast Peymana Navdewletî ya Biryardayîna Serbixwe û Peymana Dûrxistina Her Cure Tundiya li Ser Jinan (CEDAW) ku Sûriyeyê jî îmze kiriye, binpê dike. Sîstema zagonî ya heyî nikare bibe temînatek ji bo wekheviya zayendî di saziyên herî bilind ên dewletê de.
Xetere li ser destkeftiyên salan heye
Paşveçûna ku di navendên biryardayînê de tê dîtin, xetereke mezin li ser encamên têkoşîna jinan a bi salan çêdike. Jinên li Sûriyeyê bi taybetî jî jinên Rojavayê Kurdistanê ku bi salan e li dijî zordestî, xizanî, koçberî û hemû cureyên tundiya fizîkî û derûnî li ber xwe didin, îro rûbirûyî xetera dûrxistina bi temamî ji qada siyasî û civakî ne. Her ku jin ji navendên biryarê werin dûrxistin, parastina mafên wan ên bingehîn di qanûnên nû de hîn azartir û zehmetir dibe.
Têkildarî vê mijarê Cîgira Hevserokên Meclîsa bajarê Til Temir Madlên Ibêd ji ajansa me re girîngiya beşdariya jinan ji pêvajoya siyasî re nirxand.
‘Ji bo civakek aram dadwer û hevseng pir girîng e ku jin beşdarî pêvajoya siyasî bibin’
Madlên Ibêd di destpêka axaftina xwe de got ku ji bo avakirina civakek aram, dadperwer û hevseng pir girîng e ku jin beşdarî pêvajoya siyasî bibin û wiha berdewam kir: “Jin di avakirina civakê de roleke bingehîn dilîze, ji ber ku jin civak bi xwe ye. Hebûna jinan û beşdariya wan a siyasî gaveke girîng e, ne tenê ji aliyê formê ve lê di aliyê biryardayîna rastîn de jî. Jin dikarin pirsgirêkên malbatî, civakî û zarokan fam bikin û wan bigihîjînin navendên biryardayînê. Ji ber vê yekê ger civakek demokratîk were avakirin divê jin beşdarî her tiştê ku bi hikûmet ve girêdayî ye bibin.”
Madlên Ibêd da zanîn ku piştî 14 salên şer, Sûriyeyê di qonaxeke nû ya veguhestina siyasî de ye û ew hêvî dike ku beşdariya jinan ji berê xurttir be û wiha pêl da gotinên xwe: “Hebûna jinan li seranserê cîhanê şiyana wan a bidestxistina çareseriyên domdar û aştiyane îsbat kiriye. Hebûna wan di vê çarçoveyê de roleke bingehîn di avakirina civatek mezin dibe de dilîze.”
‘Jin dikare dosyayên siyasî civakî û yên mafên mirovan ve girêdayî hevseng û çareser bike’
Madlên Ibêd da xuyakirin ku civak hewl dide jinan di paşxaneyê de bihêle her çendî jin dikarin malbat û civakê hevseng bikin jî û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Jinên ku dikarin malbatek ava bike dikare neteweyek jî ava bike. Çimkî ew xwedî enerjî ne û dikarin gelek dosyayan, çi siyasî, civakî yan jî yên tenduristî, perwerde û dosyayên bi mafên mirovan ve girêdayî, hevseng û çareser bike. Beşdarbûna jinan ji hemû mezheb û etnîsîteyan di pêvajoya siyasî de pir girîng e. Ev beşdarbûn hevgirtinek mezintir bi pêş dixe, ji bo pêşerojê çareseriyên bêhtir pêşkêş dike û bêguman civakê xurt dike. Dîrok şahidiya destkeftiyên jinên Sûriyeyê dike, ji şervan û rêberan bigre heya mamoste, endezyar, parêzer, zanyar û bijîşkan. Ji ber vê yekê, ew dikarin niha biryarên çarenûsî jî bidin.”
‘Divê hevsengiyek dadperwer di nûnertiya siyasî ya jinan de li parlamentoya Sûriyeyê hebe’
Madlên Ibêd bi bîr xist ku divê hevsengiyeke dadwer di nûnertiya siyasî ya jinan de li parlamentoya Sûriyeyê hebe û wiha çavdêriya xwe anî ziman: “Me dît ku kotaya mêran di parlamentoyê de ji kotaya jinan pir zêdetir e, her çendî jin dikarin van meqaman di parlamentoyê de jî bigrin.”
Raza hikûmeta demkî ji dûrxistina jinan ji pêvajoyê siyasî!
Madlên Ibêd wiha nêrîna xwe di raza ku li pişt dûrxistina jinan ji qada siyasî ya li Sûriyeyê de heye anî ziman: “Dûrxistina jinan û bêparhiştina rola wan a siyasî ji hewldana dûrxistina wan ji siyasetê tê ku hikûmeta demkî hewl dide civakek bi tevahî baviksalar bê beşdariya jinan, ava bike. Ev yek di heman demê de rê li ber Sûriyeyê digre ku bi welatên pêşketî yên ku rêz li jinan û mafên wan digirin û wan hêzdar dikin re pêşbaziyê bike û wê ji pêşketinek wiha dûr bixe. Çimkî em dibînin ku li Sûriyeyê gelek jin, di nava wan de bijîşk, parêzer, endezyar û heta zanyar hene, tên kuştin. Armanc ji kuştina wan ew e ku rola jinan li cihên kar û giştî û hebûna wan kêm bike.”
Bêyî beşdariya jinan wê çi winda bibe!
Madlên Ibêd bal kişand ser nebeşdariya jinan û encamên neyînî yê ku wê derbikevin kir û wiha bilêv kir: “Bêyî beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de ne demokrasî, ne pêşketin û ne jî biryardayîneke watedar çêdibe. Jin ji bo pêşerojê bi taybetî der barê zarok, malbat, tenduristî û perwerdeyê de xwedî vîzyonek e. Bêyî beşdariya siyasî ya jinan, ne nasnameya wan a jinan tê naskirin, ne mafên wan ji hêla zagonî, civakî, yan jî aborî ve, ne jî rola wan di nava malbatê de tê pejirandin. Bi vî awayî, rolên jinan dê ji hêla civakî û siyasî ve werin paşguhkirin.”
Ji welatên ku di projeya Sûriyeyê de beşdar in daxwazek
Madlên Ibêd ji welatên ku di krîza Sûriyeyê de beşdar in daxwaz kir û got: “Sûriye ketiye qonaxeke siyasî ya nû, ji ber vê yekê divê jin bi awayekî berfirehtir beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji ber ku ew hîn di qonaxên xwe yên destpêkê de ye. Niha, mafên jinan û rola wan di nav pêvajoya siyasî de hêdî hêdî tên kêmkirin. Rastiya ku piraniya kursiyên parlamemtoyê ji bo mêran hatine veqetandin, pêbaweriya siyasî ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê nîşan dide. Ji ber vê yekê, girîng e ku welatên ku di krîza Sûriyeyê de beşdar in destwerdanê bikin da ku pêşî li kêmbûna mafên jinan bigrin, hem niha û hem jî di pêşerojê de.”
Dest bi çalakiyên protestoyî û xwepêşandanan bikin
Madlên Ibêd bi vê daxwaza ji jinên Sûriyeyê dawî li axaftina xwe anî: “Ez ji hemû jinên Sûriyeyê dixwazim ku xwe di xwepêşandanan de birêxistin bikin da ku mafên xwe bixwazin, çi li ber Parlamentoya Sûriyeyê be çi jî li ber her saziyek ku hewl dide wan marjînalîze bike yan jî wan ji holê rake.”