Derbarê rojnamevana tevli çalakiya ji bo hempîşeya xwe bû lêpirsîn

Rojnamevan Gulîstan Dursun ji ber ku tevli çalakiya şermezarkirina qetilkirina hevpîşeyên xwe Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn bû, ji bo îfadedayînê hat gazîkirin.

Navenda Nûçeyan – Rojnamevan Gulîstan Dursun ji ber ku beşdarî çalakiya protestokirina qetilkirina rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn ên di 23’ê Tebaxa 2024’an de li bajarê Silêmanî yê Herêma Başûrê Kurdistanê di encama êrîşa SÎHA'yê de hatin qetilkirin, ji bo îfadedayînê hat gazîkirin. 

Gulistan Dursun a ku li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" îfade da, bi hinceta ku di 26'ê Tebaxa 2024'an da li Qada Şîşhaneyê beşdarî daxuyaniya rojnamegeran bûye hat sûcdarkirin.

Herwiha hilgitina dowîza bi dirûşma  'Em pênûsa nayê tewandin a Gurbet Ell Ersoz in jî bû mijara sûcdarkirin.

Gulîstan Dursun ku di îfadeya xwe de diyar kir ku ji ber rojnamevan e  haya wê ji çalakiyê hey wiha got: "Gurbetelli Ersoz yekem Gerînendeya Weşana Giştî ya Jin ya Tirkiyeyê ye. 2 rojnameger hatin qetilkirin û ji aliyê saziyên pîşeyî yên çapemeniyê ve daxuyanî û banga çalakiyê hat kirin. Ez hem wekî ronamevan hem jî ji bo protestokirina mijarê li wir bûm." Gulîstan Dursun a sûcdarkirin red kir got, "Tu niyeta min a propagandayê tune bû. Ez weke rojnamegereke jin beşdarî daxuyaniyê bûm. Ev ne sûc e."