Alî Haydar Kaytan: Şewqa bêdeng a xwefêdakirinek
Gava ku got “Heta gelê Kurd azad nebe ez azad nînim”, ev ne tenê seknek bû, dilsoziyek ku dilê xwedanî ortê bû. Ji bo wî Kurdistan, ji erdnîgariyek zêdetir bû; qadeke rastiyê bû.

DÎCLE AMED
Hinek mirov hene ku, di vê dinyayê re bêdegn lê wek helbestek kûr derbas dibin. Her gavek wan dibe çarîkek, her gotinek wan pistepista rastiyek dike. Di nav qelebalixan de bi dizî dimeşin; lê her dilek ku ew dest didinê, rêçek ji wan hildigre. Rêheval Alî Haydar Kaytan, yek ji van mirovên hindik bû.
Di jiyana xwe de her tim li hember jirêzêbûnê liber xwe da. Rûberiyê red kir, kûrahiyê bijart. Dibe ku bêdeng be, lê sekna wî bi bandor bû. Tenê nejiya; dema jiyî ji nû ve ava kir, wate dayî, kêfxweş kir. Şehadeta wî dawiyek nîne. Ew nebû şahidê dawiyek. Ew bû şahidê bêdeng ê emrek hatiye pênasekirin, jiyanek hatiye fêdakirin.
Rêheval Alî Haydar, dûrî hesabên biçûk bû. Ew mirovê armancên mezin bû. Di şûna berjewendiyên xwe de, têkoşîna azadiya gelan ji xwe re kir rêber. Êşa dîrokî ya Dêrsimê hilgirt, lê di nav wê êşê de asê nema. Di şûna berjewendiyên xwe de, têkoşîna azadiya gelan ji xwe re wek rêber dît. Êşa dîrokî ya Dêrsimê hilgirt; lê di wê êşê de asê nebû. Wê êşê veguherand rûmetek ji bo gelan, mîrateyek berxwedanê.
Gava ku got “Heta gelê Kurd azad nebe ez azad nînim”, ev ne tenê seknek bû, dilsoziyek ku dilê xwedanî ortê bû. Ji bo wî Kurdistan, ji erdnîgariyek zêdetir bû; qadeke rastiyê bû.
Pirsgirêka Kurd di çavê wî de, tenê dosyayek polîtîk nebû, azmûna wîjdana mirovahiyê jî bû. Gava ku digot “ez zarokê jenosîdê me”, sloganek nediqîriya; birînek dîrokî, bîrek kolektîf dianî ziman. Ew şopînerê vê bîrê, şopînerê rastiyê bû. Rêhevaltiya ku bi Rêber Apo re çêkiriye ne tenê têkiliyek siyasî bû, hevkariyek wateyê jî bû. Ev têkilî bi qasî ramanî, xwe dispart bingehek giyanî, ehlaqî û hebûnî jî.
Heval Fuat, di vê riyê de ne tenê şopdarê xetek bû, rêwîyek bû ku mirovê di hundirê xwe de mezin dikir. Lewma jî rêça ku li dû xwe hişt ne tenê rêçek polîtîk e, rêçek mirovane û gerdûnî ye. Gava ku di qadên perwerdê de êşên gel anî ziman, dengê wî nelerizî. Ji ber ku wî di şûna dramatîzekirina êşê de, girîngî dida famkirin û vegotinê. Lê vê sikûneta wî, di dilê me de zelzeleyên mezin ava kir.
Dibe ku ji bo zarokên li Kurdistanê şehîd ketin rondik nebarandibe, lê dilê me hemûyan xwînî kir.
Ew yek ji wan kesan bû ku hestên xwe bê qîrîn , bi jîn tînin ziman.
Jiyana Alî Haydar Kaytan ne erkek bû, sondek bû. Ev sond ne tenê ji bo wî, gotinek ji bo rastiyê, gel û mirovahiyê hatiye fêdakirin bû.
Gava ku mirovên wiha koç dikin, tenê bedenek nakeve ser axê. Bangek, rêçek, bibîranînek jî dikeve nav axê. Û ew bibîranîn, di nifşan de şewq dide. Têkoşîna rêheval Alî Haydar Kaytan, ne tenê li wîjdana miletek, li wîjdana mirovahiyê jî hatiye nivîsandin.
Ew mîna derwîşek jiya. Gotinên wî ne waz bûn, jiyan bi xwe bû.
Li hember hêrsê sebir, li hember bêhêvîtiyê şarezatî, li hember tunehesibandinê inyadek hilgirt.
Di her seknek wî de ehlaqek, di her gavek wî de prensîbek hebû.
Tiştê ku li dû wî ma ne kêmasiyek e, hestek pênasebûna tije wate bû.
Hinek mirov jiyanê bê kêmasî najîn; lê bi kêmasiyên xwe temam dikin.
Mirovên wek Alî Haydar Kaytan, ne bê qusûr her tim bi rasteqînî dijîn.
Lewma jî êşa ku piştî wan tê kişandin ne tenê wendahiyek e; rastiyek ku şewqa wê heta ebediyetê didome ye.
Hemû kesên ku wî nas dikin,dizanin: Ne tenê mirovek, bangek jî danî nav dilên me.
Êdî navê wî ne tenê navê rêhevalek e, navê fêdayîtiyê, berxwedan û rastiyê ye.